Polîtîk

Hikumet Dixwaze Dengê Medyayê Sosyal Bigre

Li Tirkiyê,  tenê sosyal medya mabû, ku civak bi rêka wê ji rastiyan agadar dibû, halwesta xwe nişan dida. Hikumeta AKP dixwaze wê derfetê jî ji deste civak bistine û bona vê armancê jî kar dike.

Sîstema Tirkiyê bi lez û bez bir bi desthilatdariya otorîter û taqekesî ve diçe.

Êrîşek berfireh li ser Kürdan û nirxên Kurdistanê berdewam e. Bona daxistina partiyan, ku di navê wan da bejeyê Kurdistan hene, doz hatine tomar kirinê û dadigeh kirina partiyên hanee berdewam e. Tablo û nîşaneyên bi Kurdî têne rakirin, şuna şaredariyên hilbijartî, qayum têne destnişan kirinê, masuniyetê nuneran tên betal kirinê.  

Rejîmê, ku îro li Kurdistanê bi rêva diçe, ji yên berê, ji dema idareya leşkerî û rewşa Awarte(OHAL) xiraptir e, dij demokrasîtir e, militaristir e û îdareyê keyfî ye.

Ji ber sedama siyaseta şer û tundûtijiye a hikumeta AKP yên çend salen borî, Tirkiyê bûye zindana servekirî. Deshilata AKP bona opozîsyon tu derfet nehiştiye û medyayê bi temami xistiye bin destê xwe. Dezgeyên dadperwerî bi temamî ketiye bin kontrola hikumet û hikumet jî dezgeyên hanê bi kar tine bona avadan kirina gulistana bê dirik ji bo xwe. Li ser sazî û dezgeyên opozîsyonê zexta bê hempa heye. Ronakbîr û rojnamevanan, ku rexne li destilata AKP dikin, têne dadigeh kirinê. Bi sedan kes ji ber bîr û baweriyên xwe hatina girtinê.

Desthilata AKP bona kontrol kirina medyaye sosyal jî dest bi kar bûye. Ji ber ku hikumeta AKP ji medyayê dijîtal-sosyal, ku qada dawî a xwe nişan dayina opozîsyon e, gelek aciz û ne rehet e.  Deshilata AKP dixwaze bi danana qanunên nu ve derfeta medyaye sosyal ji deste opozîsyonê bistine. Alîkî va sizayên ragihandinên sosyal medyaye girantir dike, alîkî va jî asteng lî pêşiya gihiştin bi tora înternetê ava dike. Bi kurtî hikumeta AKP dixwaze kanala azad a dawî ya opozîsyonê bêxe bin qeyd û zencîr.

Divê li hember hewla hanê a hikumeta AKP dengê xwe bilind bikin. Qedexe kirin û zext dikarin bo heyamek pêşiya dengê mirovan bigre. Lê belê bîr kirina azad tu caran nayê qeyd û bend kirinê.

Divê herçi zutir, azadîxwazan,  demokrat  û aligirên mafê mirovan li hember desthilata AKP deste xwe bidine hevdu daku medyaye sosyal-dijîtal neyê qedexe kirinê.

24.07.2020

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button