Civak

Hêzên Kurdistanî: Divê gavên pratîkî bêne avêtin

Hêzên Kurdistanî serdana Serok Barzanî bo Amerîka û Ewropayê bilind nirxandin û di ragihandineke hevbeş de dibêjin, serdana Serok Barzanî, serkeftîtirîn serdana siyasî ya Kurdistanê bû amadehiya xwe ya tevahî derbirîn ku her biryarekî hevbeş, bibê cihê desteberiya siyasî dîrokî, ji bo vê qonaxa hestiyar û pir li alugor, piştî nirxandina hemû aliyên egerên wê û pêkhatên wê de, hemû alî li wê baweriyê da bûn ku divê hemhelwest û hev araste bîn û çi jî pêwîst bê ji bo wê yekê ev tengasiyên heta niha nehatine çareser kirin sîstema hukimranî û dam û dezgehî, bi bazara azad, yan her warekî din, bêne çareser kirin. Ji bo wê yekê ku baweriya hêzan û raya giştî, baştir sazbikin, divê hengavên praktîkî bêne avêtin.Gelê Azadîxwazê KurdistanêHêzên Pêşmergeyên QehremanKesukarê ŞehîdanRoja 18.05.2015 Hêzên Kurdistaniyan li ser vexwendina cenabê Serokê Herêma Kurdistanê, bi amadebûna endamên şanda Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya Amerîka û Macarîstan û Çek, bi amadebûna rêzdar Serokê Parlemena Kurdistanê û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser sefera serketiya şandê civiyan.Di destpêkê de, cenabê Serokê Herêma Kurdistanê behsa civînên li Amerîka kir ku li gel cenabê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û birêz Cîgirê wî û karbidestên bilindên wî welatî hate encamdan. Li kombûnê da, cenabê Serokê Herêma Kurdistanê rewşa Iraq, Kurdistan, şerê DAIŞ û kêşeyên cûr bi cûr zelal kir.Berpirsên rêzdarên Encûmena Senato, Wezareta Derve, Wezareta Bergirî û Navendên cûdayên derbest bi rewşa cîhan û rojhilata navîn kir, xweşbextane hemû rêzekî bêpayan ji bo gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge hebû. Heman demî de bi çavekî rêza siyasî û mirovî ve, temaşa daldedana zêdetirê yek milyon û nîv koçberên Iraq û navçeyên derveyê Herêma Kurdistanê, bi taybetî Mesîhî û olên dinê li Kurdistanê da kirin.Li civînê de li gel Serokê Amerîka û Cîgirê wî û karbedestên bilindên din da, Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel, bi dilniyayiyekî baş ya cûdayê ji qonaxên berê, di derbarê piştevaniya Kurd û siyaseta çarenûsa gelê Kurdistanê de vegeriyan.Ev dilniyayî li welatekî wekî Amerîka û bi beşdariya Serokê Amerîka û Cîgirê wî li kombûnekî fermî da, diyar dike ku hemû siyasiyên navçeyê û Iraq û Kurdistanê, ji bilî vê şerê Da’îşê, ku ji bo vê qonaxê, erkê serekiya gelê Kurdistanê ye jî Da’îş û planên li Iraq û navçeyê jî da bi hişyarî bêkirin, lê belê heman demî de gelê Kurdistanê mafê xwe ye, çarenivîsa xwe li ber egeran da vebike.Li serdana Macarîstanê jî da, li gel rêzdar Serokê welat û Serok Wezîr û Serokayetiya Parlemen, rewşa Iraq û Kurdistan û navçeyê hate nirxandin. Li van kombûnan da jî ji bilî li dûpatkirina piştevaniya hêzên Pêşmerge û rûbirûbûna Da’îş, amadehiya tevahiya piştevaniya gelê Kurdistanê û Pêşmerge hate pîşandan.Wêstgeha dawî ya serdana Serokê Herêma Kurdistanê û hevalên wî, welatê Çek bû. Li hevdîtina Serokê welat û berpirsên bilind, rewşa Iraq, Kurdistan, şerê bergiriyê û Pêşmerge hatin axaftin. Xweşbextane, birêz Serok Komarê Çek û karbidestên bilindên din jî bi hurî li rewşa Kurdistanê û armancên gelê me, agahdar bûn û amadehiya piştevaniya siyasî û serbazî û aboriya Kurdistanê dan û gotin ku li piştevaniyê de em kêmasî nakin.Cemawerê Kurdistanê:Hêzên beşdarên civînê, piştî guhgirtina cenabê Serokê Herêma Kurdistanê û rapor û kêşmekêşiya neft, ji aliyê rêzdar Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, kombûn, serdanên şandê bi serkeftîtirîn serdana siyasî, fermî ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê zanîn û amadehiya xwe ya tevahî derbirîn ku her biryarekî hevbeş, bibê cihê desteberiya siyasî dîrokî, ji bo vê qonaxa hestiyar û pir li alugor, piştî nirxandina hemû aliyên egerên wê û pêkhatên wê de, hemû alî li wê baweriyê da bûn ku divê hemhelwest û hev araste bîn û çi jî pêwîst bê ji bo wê yekê ev tengasiyên heta niha nehatine çareser kirin sîstema hukimranî û dam û dezgehî, bi bazara azad, yan her warekî din, bêne çareser kirin. Ji bo wê yekê ku baweriya hêzan û raya giştî, baştir sazbikin, divê hengavên praktîkî bêne avêtin.Li kombûnê da kêşeya neft, beşekî girîngê behsan bû. Civînê de hêvî xwestin ku Hikûmeta Iraq û dewletmedarê Hikûmetê, êdî dest bi dest bi mafê saman û dahat û budçe û mûçeyê biryardayîna hevbeşa Hikûmeta Iraq û Kurdistanê neke. Belku bi zûtirîn demî divê vê kêşeyê bigihîne çareseriya yasayî.Tenê eve jî dilniyayî dide ku peywendiya siyasî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê bê aramkirin. Ji bo vê çareseriyê jî tevahiya hêzên siyasiyên Iraqê, berpirsiyarin ji bo bi cîhkirina destûr û biryarên hevbeş, wan helwestên bi bandortir û zelaltir hebê.Wekî din hêzên beşdarên civînê, piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku rêya çareseriya aborî û desteberiya jiyan û dahata xelkê bikin. Li vî derbarî de, tekez kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yasayên hêja yên darayî ya hejmara 5 ê sala 2013 ya Parlemena Kurdistanê, wekî bingeha siyaseta aborî peyrew bike.Kombûnê de bi soza neteweyî û xweşdiviyekî berfireh, qehremanî û qurbaniyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li ber çav girtin û amadehiya xwe derbirîn ku hemû piştevaniyekî bikin. Rasparde jî ji bo Hikûmet eweye, bi zûtirîn demî kêmasiyên hêzên Pêşmerge bêne çareser kirin, çareserî jî ji bo Pêşmerge û kesukarên şehîdan li pêşiya erkên me ne.Silav ji bo şehîdanHer bijî hêzên PêşmergeBi xurt û tokme bê rêza hêzên siyasiyên Kurdistanê

Back to top button