Dosya

Baweriyek mezin li hêzên Pêşmerge heye

Serokê Kurdistanê pêwşazî li Fermandarê Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkayê kir û di wê civînê de, behsa şerê navbera hêzên pêşmerge û terorîstên DAIŞê hate kirin û Serok Barzanî eşkere kir ku di şerê dijî terorîstan û dûr kirina wan ji Kurdistanê baweriya temam ya gelê Kurd bi hêzên pêşmerge û hevkariya dostên xwe heye.Li Hewlêrê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi amade bûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel heyeteke Amerîkayî ya bi Serokatiya Fermandarê Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkayê general Lloyd Austin civiya.Di hevdîtinê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê û hijmareke din Efser û Şêwermendên leşkerî yên Amerîkayê tê de amade bûn, rewşa dawî ya leşkerî û meydanî ya parêzgeha Enbarê, şerê Romadî û rewşa însanî ya awareyên parêzgeha Enbarê û metirsiyên terorîstan yên bo ser xelk hatin nîqaşkirin û her du alî tekez li ser pêwîstiya ji nav birina terorîstên DAÎŞê û der kirina wan ji tevahiya wan deverên ku dagîr kirine kirin.Di berdewamiya hevdîtina han de asta hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên Amerîka û hêzên hevpeymanan bi girîng hate wesifkirin û heyeta Amerîkayî piştgîriya Amerîkayê bo hêzên pêşmerge dubare kir.Di beşeke din ya civîna han de behsa şerê navbera hêzên pêşmerge û terorîstên DIŞIê hate kirin û Serok Barzanî eşkere kir ku di şerê dijî terorîstan û dûr kirina wan ji Kurdistanê baweriya temam ya gelê Kurd bi hêzên pêşmerge û hevkariya dostên xwe heye.Serdana Serokê Kurdistanê bo Amerîkayê û berfiretir kirina peywendiyên navbera Kurdistan û Amerîkayê û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Ameîrkayê jî çend mijarên din yên vê civîna han bûn.Di civînê de hijmareke rayedarên Kurdistanê ku pêk hatibûn ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr, Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê, wezîrê pêşmerge, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê û berpirsê nivîsgeha peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê, Şêwermendê wezareta pêşmerge û endamên fermandehiya giştî yên hêzên parastina Kurdistanê jî amade bûn.

Back to top button