Cîhan

Biden: Emê Kurdistana serbixwe bibînin

Wezîrê Avakirinê Derbaz Kosret beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê serdana ligel Mesûd Barzanî ya bo Amerîkayê kirîn de agahî dan.Kosret Resûl da zanîn Mesûd Barzanî derbarê çarenivîsa gelê Kurdistanê de ligel rayêdarên Amerîkayê gotûbêj kiriye û wiha got: “Em êdî xwe li benda dewletên cîran nagirin ku ka dê çawa  pêwendiyên xwe ligel me pêk bînin. Li Bexdayê rêveberiyek nû heye. Emê bibin alîkar lê ev yek nayê wateya ku me dest ji berjewendiyên gelê xwe berdaye.”Derbaz Kosret eşkerê kir Barzanî ji Serokê Amerîka Barack Obama û Cîgirê wî Joe Biden re gotiyê, gelê kurd gihîştiyê asta ku biryara çarenivîsa xwe bide û ewê di mijara referandum û serxwebûnê de bi awayekî aştîyane hewl bidin.Kosret destnîşan kir Obama jî ji bo Barzanî wiha gotiye: “Me jî xwest em daxwazên gelê kurd bizanin. Em ne li dijî daxwazên we ne, lê em dixwazin ewil rêxistina DAIŞê were têkbirin.”Hat zanîn Biden ji bo Barzanî wiha gotiye: “Birêz Serok dilniya bin. Temenê me herduyan jî dê têre bike em dewlata kurdî bibînin.”Barzanî ligel şandek ji rayedarên Herêma Kurdistanê 3yê Gulana îsal çûbû Amerîkayê,  5ê mehê bi Obama û Biden re hevdîtin pêk anî bû. Barzanî paşê jî serdana Mecaristan û Çêkê kiribû.Rûdaw

Back to top button