Polîtîk

Balyozê YE serdana serokê Kurdistanê kir

Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya xanim Cana Hîbaskova Balyoza Yekîtiya Ewrupa li Iraqê kir.Li vê hevdîtinê de Balyoza Yekîtiya Ewrupa Serok Barzanî ji hengavên kirdarî yên vekirina Nîvîsîngeha Taybetî ya Yekîtiya Ewrupa li Hewlêrê agahdar kir û behsa wan hevkarî û hemahengiyan kir ku li navbera Yekîtiya Ewrupa û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li warên siyasî û mirovî û gihandina yarmetî ya ji bo koçber û penaberan de li holê daye.Her li vê hevdîtinê de her dû alî nîgeraniya xwe li rewşa nelibara koçberên Enbar bi taybetî piştî ketina bajarê Rumadî nîşanda û hatina hejmarekî zêdeyê hemwelatiyan ya Herêma Kurdistanê û navçeyên dinê Iraqê de, tekez li pêwîstiya bi deng ve hatina ciddîtira Hikûmeta Iraqê û welatên navçeyê û rêxistinên navdewletiyan kir.Li beşekî dinê vê civînê de behsa rewşa siyasî û emniya navçeyê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rêkkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê ya di derbarê budçe û neftê de kirin.

Back to top button