Berpirsê Şaxa PDKê li Xaneqîn ragihand ku hêzên Amerîkî çûbûn Xaneqîn û dixwazin li navendên xwe yên li Xaneqîn bicîh bibin. Herwiha hatibû ragihandin ku hêzên Amerîka dê li navçeyên Kurdistanî yên li Mûsil û Kerkûk jî bicîh bibin.

Şêx Cefer Mistefa berpirsê Şaxa 15 ya PDKê li Xaneqîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku hêzên Amerîka serdana navendên xwe yên kevin li Xaneqîn kirin, girûpên ser bi Heşda Şeibî ve hêzên xwe ji Celewla û derdora Xaneqîn kişandin û tirseke mezin li cem wan çêbûye.Hêzên Amerîka serdana navendên wek navenda li hemberî dadgehê û serbazgeha Kubra û serbazgeha Baxçe kirine û ji xelkê re gotine emê vegerin û li navendên xwe yên kevin bicîh bibin.Hêzên Amerîka serdana navenda me jî kirine û li wir ji Heşda Şeibî re gotine em û Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê emê pêkve vegerin navçeyê. Ev jî xalekî girîng e û dê aramiyê li navçeyê Kurdistanî bicîh bike û tundiyê nehêle, ji ber ku ti valahiyeke ewlehî li navçeyê namîne.”
Beriya çend rojan berpirsên PDKê li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 gotibûn ku ji bo aramiya navçeyên wan dê hêzên Amerîka li navçeyên Kurdistanê yên Mûsil û Kerkûkê bicîh bibin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: