Hêza leşkeriya Misrê û tirkiye
Aloziyên li Lîbyayê her diçe zêde dibe û li demên dawî de Lîbya ber bi şerê meydanî ve diçe ku têda Hikûmeta Wîfaq destkeftiyên ber bi çav bi dest ve aniye û kontrola xwe ya tevahî sepandiye li navçeya Trablus û bajarê Terhuneya stratejî, li beramber da hêzên Xelîfe Hefter ber bi bajarê Sêrtê ve vekişiyan û niha jî ji bo kontrolkirina wî bajarî şer berdewame.
Hêzên artêşa Misir û tirkiye
Artêşa Misrê li ser asta cîhanê bi pileya 10 tê û 440 hezar serbazên wî yên çalak heye. Li beramber de tirkiye li pileya 14 tê û 355 hezar serbazên wî yên çalak heye.
Artêşa Misrê li li cîhanê de pileya 14 tê ku 2.160 tankên xwe heye. Li beramber da artêşa tirkiye li pileya 7. cîhanê tê ku 3.200 tankên xwe heye û li vir de hêza zêdetir li berjewendiya tirkiyê de ye.
Artêşa Misrê li pileya 13. cîhanê tê ku bi 5.735 zirêpoşên xwe heye, li beramber da tirkiye li pileya 7 cîhanê tê ku 9.500 zirêpoşên xwe heye li vir de jî hêza tirkiye zêdetire.
Misir li pileya şeşema cîhanê tê ku keştiyên wê 320 perçeyên deryayî li xwe digrê bi du keştiyên firokehilgir li gel 7 keştiyên cengî yên nêçîrê û 4 keştiyên bin deryayî. Her wiha 50 keştiyên hişkgir û 9 keştiyên cengî yên din heye. Li beramber da tirkiye li pileya 12. cîhanê tê ku nêzîkî 194 perçeyên deryayî heye li nav wan de 16 keştiyên cengî, 10 keştiyên cengî yên nêçîrê, 12 keştiyên bin deryayî, her wiha 34 keştiyên hişkgir û 11 keştiyên taybet bi mîn heye.
Li rûyê hejmara firokeyan ve hêza asmaniya Misir 1.054 firokeyên cengî heye, li nav wan da 215 firokeyên şerker. Li beramber da hêzên asmaniya tirkiye 1.055 firokeyên cûr bi cûr heye, li nav wan da 206 firokeyên şerker. Her wiha Misir 88 firokeyên êrîşber jî heye.
Hêza asmaniya tirkiya 80 firokeyên veguhestina asmanî heye, li beramber da hêza asmaniya Misrê 59 firokeyên xwe heye ji vî aliyî ve ji tirkiye bihêztire.
Hêza asmaniya tirkiye 497 firokeyên helîkopter heye li nav wan da 100 helîkopterên êrîşber. Li beramber da hêza asmaniya Misrê 294 firokeyên cûr bi cûr heye li nav wan de 81 helîkopterên êrîşber.