Heyeta KNKê Li başûrê Kurdistanê ji bilî fitnê çi dike
Piştî aloziyên PKKê li başûrê Kurdistanê pêkanîn û çekdarên PKKê êrîşê pêşmegeyan kir û pêşmerge şehid û birîndar kirin, desthilatdariya Kurdistanê li himber kiryarên PKKê helwestek girt û bala PKKê kişand. Tê zanîn ku eve demek e PKK bi hemû hêza xwe ,bi medya xwe û çekdarên xwe êrîşê PDKê dike.
PKK di vê qonaxê de du armancên sereke danîne pêşîya xwe.
Yek jê, ji bo li başûrê Kurdistanê tevgera Kurd zeyîf bike û arikariya Heşda Şeibî bike ku statuya Kurdistanê têk herê û Kurdistan statuya federalî têk bide û bi vî awayî rê li rêbaza dewletbûnê bê girtin û destkeftiyên başûrê Kurdistanê têkherin.
Duyem jî PKK ji rewşa li rojavayê Kurdistanê niha ne raziye. Pîştî hevdîtin di navbera ENKSê ê PYDê de destpêkirîn û ev hevdîtin di çavderiya Amerikayê de û pişgiriya desthilatdariya Kurdistanê berûpêşve çûn, PKK welê bê hesiya ku li rojavayê Kurdistanê desthilatdariya xwe têk dide. PKK hemû hewldana dike ku, li rojavayê Kurdistanê yekrêziya Kurda pêkneyê û Kurd li vê deverê nebin xwedîyê statuyek netewî.
Her kurdek vê yekê dizane .Lê mixabin gelek aliyên siyasî li gora rastiya heyî û dizanin tevnagerin û nabin xwedî helwest.Taybetî li başûrê Kurdistanê di serî de desteya xiyaneta 16ê Cotmehê û hinek aliyên din ên siyasî pişgiriya kiryarên PKKê dikin. Bi sedan kesan bi navê kurdeyatiyê daxûyanî derxistin û pişgiriya kiryarên PKKê kirin.
Di rastiya xwe de PKK ne tenê ji çekdarên li başûr û ji Qendil pêk tê. KNK,HDP,PHD,KCD û gelek dezgehên din hemû PKKene. Di bingehê xwe de ev alîne ku siyaseta PKKê xwedî dikin . PKK bi navê KCKê êrîşa dike ,lê KNK yan jî HDP behsa diyalog û aşîtiyê dike. Ev tektikek kevnar û rizî yê PKKê ye. Eger hêja aliyên nexwazin vê rastiyê bibînin, ew vekirî pişgirên PKKê ne û behsa çi bikin bila bikin şirîkê tawanên PKKê li dijê destekeftiyên netewî yên Kurdistanî ne.
Gelo kesekî ditiye ku rojek ji roja KNKê kiryarek yê PKKê şermezar kirî? Gelo ji derveyê siyaseta PKKê rojekî KNKê kariye tevbigere? KNK, PKK bi xwe ye û şirîkê tawanên PKKê ye. Îro bê ku şermê bikin serdana başûrê Kurdistanê dikin û hewldanên wan hemû ji bo hêzbûna PKKê ye û herweha li başûr dixwazin di nava hêzên hevalbendên xwe de pişgiriya PKKê xort bikin. Her haliyek siyasî li gel wan rûdinê û daxûyaniya radigihîne hevalbendiya êrîşên li dijê pêşmergeyên Kurdistanê dike û bi awayekî şerê PDKê dike.
Di bingehê xwe de herkes vê yekê dizane ,lê mixabin bê dengin. Heta hinek alî jî bi zanebûn di nava van leyiztikên du alî de cih digrin û dibin xwedî helwest. Ewên bi şermokî siyaseta PKKê rêve dibin yên herî xeterin û tehditek mezin li ser siyaseta Kurdistanî ya neteweyîne.
Ew aliyên ku êrîşên çekdarên PKKê li ser pêşmerge şermezar nekirîn , bi tu awayî ne mafê wane behsa “aşîtî” û “diyalogê” bikin. Ji ber ku ew bi şermokî pişgiriya PKKê dikin.
Di vê qonaxê de xwedi derketina rêbaza neteweyî û Kurdistanî ferz dike ku li dijê kiryarên PKKê mirov bibe xwedî helwest.
24.11.2020
Nûçe.Analîz
Rojevakurd