Civak

Heya ku kurd pê ne hesiyane

Ji bo raya giştî
Heya ku Kurd pê ne hesîyane…
Kemal Burkay

Çend roj berê  (10 Adar 2011) di çapemenîya Tirkîyê da xeberek derket: Gor vê xeberê di derheqê mîn da ji bo dozeke 37 salî biryara  bêtaqîbîyê, ango “biryara devjêberdanê” derketîye û hat gotin ku êdî ji bo vegera min a welat tu asteng ne maye…

Ji welat çend rojnamevan li min gerîyan, ev “mizgînî” dane min û gotin “çi dibêjî?”

Min ne xwest tiştekî bêjim, ji ber ku, nizanibûm ev biryar di derhaqa kîjan dozê da ye, li ku hatîye girtin û tê da çi heye? Hîn jî nizanim. Qasî ku zanibûm, di van 30 salên dawî da, di derheqê min da gelek doz û dewa hatibûn vekirin.

Him jî xeber ecêb bû, behsa doza 37 sal berê dikir.. Gelo tiştekî usa çawa dibe? Tiştekî usa heya li welatekî wek Tirkîyê jî nabe. Ger min meriv kuştiba dîsa doza wê 37 sal dom ne dikir. Dozek di heqê partîyeke illegal wek yê me jî, ji ser 10 sal, pir pir 15 sal derbaz be dikeve, ango bê hukum dibe…

Her usa jî, 37 sal berê sala 1973-74 e. Hingê ez dîsa li der welat bûm. Efa giştî a sala 1974 derket û wê havînê vegerîm welat. Hin dozên di heqê min da hebûn (ya TİP û DDKO’yê) bi ber efa giştî ketin. Piştî wê jî heya sala 1980 di derheqê min da tu doz û dewa venebûn. Wê wextê li welat bûm, li Enqerê bûm û bi parêzgerî (awûqatî) û sîyasetê mijûl bûm.

Lê mîn, bêyî ku hayê min ji biryareke han hebe, hîn çend meh berê biryara xwe dabû û eşkere kiribû ku, xeterên wê jî bigrim ber çavê xwe û vegerim welat.

Ez baş zanim ku hîn jî xeter pir in. Min ji wan rojnamevanan ra jî got: Hîn teze 16 meh ceza dane Beşîkçî, ji ber nivîseke wî ku tê da navê Kurdistanê û tîpa Q derbaz dibe. Lê ez rojê çend caran navê Kurdîstanê di axaftin û nivîsên xwe da bi kar tînim.

Lê hin dorhêlên ku di van demên dawî da ji ber nîyeta vegera min spekulasyonan dikin û dibêjin ku hukumeta AKP dixwaze vegera me ji bo berjewendîya xwe bi kar bîne û pirsa Kurd “qels” bike, dîsa ev tişt di devê xwe da kirin benîşt û dixwazin bo vegerê min gunekar bikin. Yek ji wan jî Ocalan e.

Min hîn di heqê vê nûçeya 10 Adarê da tiştek ne gotibû ku, Ocalan ji Îmralî wek brûske qise kir, mesaja xwe di 11 Adarê da gihande ajansan û belav kir. Ocalan dibêje, “çima hukumet bi hezaran KCK’yîyan digre û cezaya Kemal Burkay ya 37 salan di şevekê da radike?..” Ango Ocalan ji bo vê min gunekar dike.

Lê ez kîdera vê gotinê rast bikim? Jî hestirê pirsîne: “Ew stûyê te çima xwar e?” Hestirê gotîye: “Ma kîdera min rast e?..”

Gotina Ocalan jî usa ye. Carê dozeke 37 salî nabe. Ango eger dozgerê Tirk biryarek usa girtîye ne ecêb e, lê dereng maye. Li alîyê din, ne doz ne jî  “cezayeke” min a 37 salî tune. Ya sêwemîn ger biryarek usa hatîye girtin ne sûcê mîn e, ne jî yê hukumetê; ji ber ku dozger û dadger ne di bin emr û fermana min da ne, ne jî di bin emr û fermana hukumeta AKPê da…

Ocalan her usa jî, di mesaja xwe da behsa gelek tiştan dike, li ser pirsa “muhatabî”yê û “dîyalog”ê bi hukumetê ra û filan fişmekan… Xuya ye dîsa Ocalan û partîya xwe ketine tirs û panîkê, wekî tiştek ji dest wan direve…

Na na, bila netirsin, ez bi kesî ra neketime bazarîyê li ser pirsa Kurd. Ez dixwazim piştî 30 salî vegerim welatê xwe, ewqas. Ew gotinên ku ez û Şivan û hin rewşenbîrên dinê “peyayên hukumetê” ne, hukumet dê me “bi kar bîne”, evana îlawe, îftira û buxtan in. Ewên ku van tiştan dibêjin bêbextî li me dikin. Jîyana min û berhemên min li meydanê ne. Serbilind im. Min tucar li gelê xwe û bîr û bawerîyên xwe bêbextî ne kirîye û nah şunda jî nakim. Tenê kesên bê vîcdan dikarin me bi tiştên han gunekar bikin û tenê kesên bom û bodele guh didin derewên han.

Lê kesên ku bi salan e hevkarê dewleta Tirk in û di xizmeta wan da ne eşkere ye, yên ku ne durû û ehmeq bin vê yekê gelek baş dibînin.

Helbet, dema vegerim welat, çawa li der welat bîr û rayên xwe dibêjim,  li wir jî wê bêjim, piştgirîya pêvajoya çareserîya pirsa Kurd û demokratbûna civakê bi awayekî giştî bikim. Di vî warî da çi Kurd çi Tirk, çi sîyasî çi civaka sîwîl, ji dîyalogê ra wê vekirî bim. Û kes bila mereq neke, ew “xebata min a bi dehan salan” di avê da naçe…

Ocalan, her usa jî dibêje ku tu projeya min ji bo çareserîya pirsa Kurd tune, lê ez bi gotinên xwe projeyên wî xirab dikim…

Ev gotinên han gelek komîk in. Ocalan jî zane ku ne usa ye. Projeya min û partîya min di derheqê çareserîya pirsa Kurd da hîn berî ku Ocalan û partîya wî derkeve meydanê, di destpêka sala 1975 da hebû, di bernama PSKê da nivîsandi bû. Ji wê vir da, ango 37 sal e ku bi sedan car ji raya giştî ra hatîye eşkerekirin. Beşek ji vê projeyê protokola min û Ocalan bû, tê da heqê çarenûsi ji bo milletê Kurd û daxwaza federasyonê hebû, ku di sala 1993 da li Şamê hate îmzakirin û eşkerekirin. Ez hîn xwedîyê wê protokolê me. Lê Ocalan?

Gelo projeya Ocalan û PKK çi ye? 30 sal berê çi bû, 15 sal berê çi bû û nuha çi ye. Bi taybetî van salên dawî, hema hema di 6 mehan da carê projeyeke Ocalan derdikeve û piştra yeke din cîyê wê digre û yê berê ji bîr dibe… Ma ew projeyên curbecur tên bîra kê?

Û nuha Ocalan û hevalên wî ji bo Kurdan çi dixwazin: “Yek dewlet, yek millet, yek al, yek zmanê resmî ji bo Tirkîyê!” Gelo ev daxwaz ne daxwazê berpirsên dewlata Tirk e? Ne yê Demirel, Ecevît, Baykal, Bahçelî û yên din e?..

Belê, projeya Ocalan ev e û Ocalan baş dizane ku ew nexşa çareserîyê bi rastî yê kê ye… Û Ocalan dixwaze ku vê bazarîya bi dewleta Tirk ra,  bi bêdengî, heya ku Kurd pê ne hesîyane bibe sêrî…

Bona vê ye ku Ocalan ji gotinên min aciz dibe, ango ez projeya wî, danustandina wî bi dewletê ra xirab dikim…”  Bona vê dixwaze ez û yên wek min bêdeng bin…

Ocalano, heyran, usa neke! Ji bo te jî, ji bo kesên ku bawerîya xwe bi te anîne bo wan jî şerm e. Ez zanim, can şîrîn e û tu hîn jî ji bo canê xwe yê şîrîn di xem û qisawetê da yî. Lê li gel vê, qedera milletekî di rojevê da ye. Ew kesên ku ji bo pêşengîya rizgarîya gel û welatekî derketine rê –ku tu bi xwe jî dibêjî- divê “şerefa wî gelî binpê nekin”, her usa, bi xwe jî xwedî şeref û heysîyet bin.
Wek keça Kurd Leyla Qasimê…

14 Adar 2011

Back to top button