Hevpeyvîn

Hewramî behsa senaryoyên piştî Goranê dike

Endamekê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê di hevpeyvîneke xwe de behsa senaryoyên avakirina hikûmeta herêma Kurdistanê dike û ew çend senaryoyan berçav dike.Hêmin Hewramî berpirsê têkeliyên derve û endamê serkirdayetiya PDKê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Hewlêr behsa senaryoyên rêvebirina herêma Kurdistanê a piştî dûrxistian Tevgera Goranê diek û dibêje:- Hilbijartinên pêşwext yek ji senaryoyane. PDK digel aliyên din, digel Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê û aliyên din, di nav dansûstandina de ye û ev danûstuandin dê berdewam bin ka em bi hev re çawa pirosesa siyasiya herêma Kurdistanê vegerînin ser rêya rast, çunkî Tevgera Goran û serokê parlamentoyê pirosesa siyasiya herêma Kurdistanê ji rêya rast derxistiye.Hewramî dibêje ku wan weke PDKê çend bijarte ji bo pêkanîna hikûmetê û rêvebirina Kurdistanê li ber çavan danane:- Gelo ew sê aliyên di nav hikûmetê de mane bêy Goranê di hikûmetê de berdewam dibin, ev yek ji bijateyên me ye. Eger berdewam nebûn, yek ji bijateyên din yên me ewe ku, hikûmeta herêma Kurdistanê li gor nisbeta dengana û li gor lihevhatin û rêkeftinên nû bê rêkxistin. Ege li ser vê jî em negehin rêkeftinê, tiştek normale parlamentê bê helweşandin û hikûmet îstîfa bike û hikûmeteke karbirêker bê avakirin û demek ji bo hilbijartinên pêşwext bê diyar kirin.Hewramî di berdewamiya hevpeyvîna xwe de dibêje ku, PDK bi hemû hêza xwe li dijî duîdareyîyê ye û wê fikrê bi timamî red dike. Li gor Hewramî, ji bilî Tevgera Goran aliyên din jî li dijî duîdareyîya Kurdistanê ne û bi taybetî Yekêtiya Niştimnaiya Kurdistanê jî dijî wê hizirê ye:- PDKê û serok Barzanî sala 2004ê li dijî federaliya wîlayetan derketin û rê deda Îraqê bikin 18 wîlayetên federal. PDK û serok Barzanî hînge jî li dijî Pul Bremer (hakimê hînê yê Îraqê) û civata hikûmeta Îraqê rawestan û rê jê re neda ew hizira federliya wîlayetan serbikeve. Niha jî PDK rê nade Kurdistan ber bi du îdareyîyê biçe.

Back to top button