Hevpeyvîn

Hewlêr hevl dide bi awayek dostane ji Bexdayê cûda bibe

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ragehand ku, di nava du salên bê de wê referanûdm bo serxwebûna Kurdistanê were encamdan û mafê her welatiyekî Başûrê Kurdistanê ye ku başdarî referandûmê bibe.Rojanemay Şerq el-Ewset di raporekê de belavkiriye ku, Hêmin Hewramî di panelekî li Peymangeha Rojhilata Navîn ya Washingtonê de axivî û diyar kir ku Hewlêr hevl dide bi şêweyek dostane ji Bexdayê cûda bibe û eve jî dibe sedema aramiya nevçeyê.Li gor vê nûçeyê Hewramî gotiye ku referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê wê di demek nêzîk de bê kirin û destnîşan kiriye ku di nav du salan de wê ev referandûm were encamdan.Hêmîn Hewramî gotiye ku mafê her hemwelatiyek Başûrê Kurdistanê ye ku beşdarî rapirsiyê bibe. Herwiha destnîşan kiriye ku Bexda bo Herêma Kurdistanê giringe ji lewra dixwazin pirsa serxwebûna Kurdistanê bi şêweyek aştiyane çareser bikin.Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDK’ê daxuyandiye ku hukûmeta İbadî jî pabendê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê nebûye û mijara destdanîna ser Wezareta Parastinê ji aliyê Şieyan ve, pirsa neft û petrolê û herwiha neşandina beşa bûtçeya herêma Kurdistanê jî weke mînak nîşan daye.Li gor nûçeya Şerqil Ewsed Hewramî derbarê pêwedniyên Kurd û Amerîkayê jî axiviye û gotiye ku Amerîka hevpeymaneke ku Kurd nikarin dest jê berdin û ti pêngavekê jî bi bêyî şêwira Washingtonê navêjin.

Back to top button