Hewlêr daxwaza Bexdayê qebûl nake
Şîretkarê wezareta samanên suriştîyên herkêma kurdistanê Elî Hesen Bello ji PNA re da xuyakirin, ku Baxdayê daxwaz kir ew di rojê de150.000 bermîlên petrolê derbixe derve, belê wan ev daxwaz qebûl nekir.
Baxdadê daxwaz ji hukûmeta herêma Kurdistanê kir, ku ew di rojê de 150.000 bermîlên petrolê bişîne derve.
Endamê lîsta Goran Dr. Bayezîd Hesen jî di vê derbarê de ji PNA re da xuyakirin, ku ewa doh li parlementoya Iraqê çê bû, binpêkirina rêwan û nîşanên parlementoyê bi xwe bû.
Dr. Bayezîd Hesen da xuyakirin, ku ne dibû vexwendina yekem a di bareya qanûna budceyê de bihê kirin, berî ku komîteya darayîya parlementoyê reporta xwe pêşkêş bike.
Di bendekî vê qanûnê (qanûna budceyê) de hatiye, ku divê herêma Kurdistanê rojane 150.000 bermîlên petrolê bişîne derve û heger nikaribe evî tibabî (evê kemiyeyê) derbixîne, dê ji budceya giştîya herêma Kurdistanê bihê kêmkirin.