Polîtîk

Hewlêr Bexda anî ser rê

Seredana serokwezîrê Kurdistanê ya Bexdayê, rewşa Iraqê berbi aramiyekî ve dibe. Li gora ji raya giştîre hatî ragihandin  hukumeta Kurdistanê û hukumeta Bexdayê li hekirine. Ew karên ku ne qanûnî bexdayê dayîn sekinandin dê cardin li gora yasaya heyî bêne bicihkirin.

Bê guman demekî rewş di navbera hukumeta Malikî û desthilatdariya Kurdistanê de gelek aloz bû.

Serokê Kurdistanê ji bo parastina xaka Kurdistanê û herweha mafên kurdan yên ji qanûna Iraqê tên heta xala dawî parast û bi vê helwesta Kurda Iraq tujî tevlîheviyek bû.

Şerek di navbera hêzên Malikî û Suneyên Iraqê de destpêkir. Bi sedan kuştî çêbûn. Heta niha jî Suneyên Iraqê xwe bi çek dikin û dixweyê zû bi zû di nava wan û desthilata Malikî de aramiyek peyda nabe.

Ji bo pirsa Kerkûkê û herêmên din yê Kurdistanê komisyon tê amadekirin. Wek din pirsa petrolê de û herweha pirsa peşmergeyan de jî li hevhatin hatin kirin. Wezîrên Kurd vegeriyan civînên hukumeta Bexdayê û parlementerên Kurd tevlî civînên parlementoya Iraqê dibin.

Niha amadebûnek heye ku Maliki serdana Hewlêr bike û herweha civînek ya hukumeta nawendî li Hewlêrê pêkbîne. Tiştên Kurdan dixwestin pêktên. Malikî tu rêyek din li pêşîyê nema. Lê gelek vekirî Îran ji vê lihevhatinê ne xweş e. Amerîka gelek erênî berê xwe dide vê pêkhatina ku pêydabûyî.

Di rastiya xwe de Suneyên Iraqê biçekî bi tirs li vê pêvajoyê dinêrin. Ew  hevcene ku Kurd li wan bi awayekî xwedî derkevin. Tirkiye vê pirsê bi awayek din dinirxîne.

Dema bûyerêk li herêmê pêk tê her welatek li gora siyaseta xwe û berjewendiyên xwe yên rojane pirsa dinirxînin.

Li Başûr desthilatdariya Kurdistanê bi serokatiya serokê Kurdistanê de, helwestek Kurdistanî û bi istiqrar da nîşandan û gihan arnca xwe.

Herweha Iraqê  û welatên din li herêmê jî bi awayekî têgihan ku Kurd hêdî zû bi zû destkeftiyên xwe ber kesekî ve bernadin û xwedî wê îradeyêne dema pêwîst xwe biparêzin.

Nûçe Analiz/Rojeva Kurd

 

 

 

 

Back to top button