Hevpeyvîna bi Şêx Edhem Berzanî re.
Çend roj berî niha berpirsê Ajansa Anadoliyê Xeyrulah Sarûxan hevpeyvînek bi Şêx Edhem Berzanî re kiribû. Ew hevpeyvîna bi zimanê tirkî ji weşana AAyê zêdetir, di Medyaya Tirkiyê de cihegî girîng vegirtibû. Nivîskar û lêkolînerê me Zeynelabidin Zinar jî ew hevpeyvînê wergerandiye kurdî û va ye em pêşkêşê xwendevanên Rojeva Kurd dikin:
Şirove
ERBIL: (A.A) (Ajansa Anadolu-Z) Hayrullah Saruhan.
Endamê Konseya Partiya Demokrat a Kurdistana Îraqê Şêx Edhem Berzanî dibêje:
“Hikûmeta AK Partiyê ku siyaseta vê vekirnê didomîne, siyaseteke bi xêr e, ji vê xêrê berî miletê Kurdan, tê de xêra miletê Turk heye.
Yek ji navekî girîng ê Desthelatiya Herêma Kurd a Îraqê (IKBY) û PDK Şêx Edhem Berzanî, ji bo xeberbêjê A.Ayê (Anadolu Ajansi-Z), derheq pêvajoya çareseriyê de hin nirxandin kirine.
Şêx Edhem Berzanî dibêje ku di bingeha pirsgirêk û bêistiqrariyên Rojhilata Navîn de, pirsgirêka Kurd heye. Ji bo çareseriya wan, ev siyaseta ku serokwezîr Receb Teyib Erdogan daxistiye holê, ji bo welatên herêmê fersend û gavavêtinên pir girîng in û dibêje:
– “Her miletek di eynî demê de her yekê Ayeteka Xwedê ye.”
(Şêx Edhem-Z) Berzanî bi berdewamî weha got: Ev pêvajoya çareseriyê, biryareke pir aqilane ye ku hatiye wergirtin.
“Ev haweyên siyaseta înkarê ku heta niha dihat bikaranîn û digotin ku “Kurd Tune ne” siyaseteke şaş bû. Di encama vê de, şer derketin û serhildanên çekdarî çêbûn. Bi hezaran kes jiyana xwe wenda kirin. Xwedayê mezin di Quranê de gotiye ku “min hûn ji mêrek û jinekê afirandine, da hûn êkdu binasin. Me hungo bi qebîle û miletên cuda daye nasandin.”
Ji ber vî hawayî, her miletek, ayetek ji ayatên Xwedê ye. Kurdek tiştê ku ji xwe re dixwaze, divê ji Tirkan re jî bixwaze. Herweha Tirkek tiştê ku ji xwe re dixwaze, divê ji Kurdan re jî bixwaze.
Di vê dema niha de, ev siyaseta pêveçûna “vebûn”ê ku Hikûmet didomîne, siyaseteke rast e û siyaseteke bi xêr e. (Çewa ku li jor jî hatiye gotin-Z) berî Miletê Kurd, xêra Miletê Tirk tê de heye.”
Şêx Edhem Berzanî got: “Biryarên mezin, ji aliyê lîderên mezin ve têne wergirtin.” Û weha li axaftina xwe domand:
“Ji bo biryarên mezin, dibê mirovên mezin hebin. Lewra biryarên mezin, ji aliyê kesên mezin ve tên dayîn. Erdogan mirovekî wisan e, ew hem çêkirox e û hem jî biryaran dide.
Erdogan geha biryareke mezin û ji bo qenciya Tirkiyê gavên aqilane avêtin. Ji vê yekê ne tenê xêr ji bo Tirkiyê, di vê yekê de xêr ji bo cîranên Tirkiyê jî heye. Divê Kurd destek bidin vê pêvajoyê.”
(Şêx Edhem-Z) Berzanî dibêje ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê gav têne avêtin. Ev gavavêtin, bi hawayekî bêguman û divê bi awayekê pêgir (musbet) çêbibin.
Berzanî dibêje ku divê Kurd û rewşenbîrên Kurdan, siyasetmedarên wan destek bidin vê pêvajoyê û weha got:
“Ne tenê siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, lê ew rêxistinên Tirkiyê ên ku li dijê siyaseta Erdoganî ne jî, dema destek bibin Erdoganî, ez bawer dikim ku ew dê qencî bi Tirkiyê bikin.”
Berzanî balê dikişîne ser siyaseta înkara hevûdu û weha dibêje: “Rastî ev e ku ne Tirkiye û ne jî ev welatên ku nifûsa Kurdan lê heye, êdî înkara miletê Kurd nakin. Niha li xwezaya Îraqê, ne tenê Kurd, Turkman jî dijîn, Asûrî û Kildanî jî dijîn. Em wisa qebûl dikin ku ev hawe ji bo Tirkiyê jî eynî wisan e û miletên din jî û zimanên din jî hene.
Berzanî dibêje ku “Di tesewira hin miletan de ev xwezaya Rojhilata Navîn cihê ´terorê ye û dever in ku terorîst lê dijîn`. Heta niha şer hebû û xwîn dirijiya.
– Erê, ma wê ev xwîn heta kengê bête rijandin.
– Çima em ê li pêşber welatên pêşketî, piçûk bêtin dîtin?
– Çima wê ev xweza di çavên wan de, di tesewira wan de wek cihê şer û cihê terorîstan bête dîtin?
Ev xwezaya me, xwezayeke dewlemend e. Eger em jiyaneke xweş û serkeftî dabimezirînin, em ê ji bo miletên din jî bibin mînak.”
Şêx Edhem Berzanî ki ye?
Şêx Edhem Berzanî (61) ji famîleya Berzaniyan kurê Osman Berzanî yê kurê Şêx Ehmed Berzanî ye û kurmamê Mesûd Berzanî yê serokê IKBY (Desthelatiya Herêma Kurd a Îraqê) ye. Demekê cudatîya fikrî ketiye navbera wan, Edhem Berzanî çûye li Îranê bi cih bûye. Lê piştre li ser daxwaza Mesûd Berzanî, vegeriyaye Îraqê.
Edhem Berzaniyê ku giraniya wî di nava Kurdan de heye, herweha sala çûyî jî wek endamê serokatiya Konseta PDKê hatiye hilbijartin, ji bo ku ji medresê derketiye, bi nasnavê “Şêx”antiyê tê naskirin. Pirtûkeka Edhem Berzanî ya helbestan jî bi navê “Kulîlka Nîsanê” heye.”
Weşangerê bi zimanê tirkî: Orhan Guven