Polîtîk

Hewlêr amadeyê mêvandariya şampiyonên cîhanî ye

Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî diyar kir ku cihê şanaziyê ye şampiyoniya mezin a bilindkirina giraniya ya welatên erebî li Hewlêrê destpê kiriye.

Newzad Hadî ji AKnewsê re wiha got, “Hewlêr baweriya welatên erebî yên beşdar di şampiyoniya welatên erebî de bo 23 zilam û 13 jinan bo bilindkirina giraniyê mezin dinirxîne, ku niha bi merema beşdarîkirina di wê şampiyonê de amade ne, zêdebarê haydarbûna wan li rewşa ku niha Iraq têde ye”.

Hadî wiha pê de çû, “Hewlêr bajarê aştiyê ye û dikare tev werzişvanên cîhanî li xwe bigre bi merema vegeryana jiyana werzîşî bo rewşa normal li Iraqê, ew jî bi riya berfirehkirina jêrxana wê li Herêma Kurdistanê û tev parêzgehên Iraqê”.

Waliyê Hewlêrê daxwaz ji Yekîtiyên Erebî û Asyayî kir ku aliyên werzişî yên taybet bi Iraqê li ber çavan re derbas bikin û rê bi sazkirina şampiyonên erebî, asyayî û navdewletî li Hewlêrê bidin û wiha balkişand, “Hewlêr bo her şampiyoneke navdewletî amade ye”.

Hêjayî gotinê ye ku tîmên beşdarî şampiyonê ji Qeter, Sûdan, Bahreyn, Urdun, Mexrîb, Cezayîr, Îmarat û Iraqê pêktên.

Back to top button