Polîtîk

Hewldana Partiyeke Kurdistanî li Mêrsînê civînek li darxist

Xebatên Hewldana Partiyeke Kurdistanî (HPK) bi awayekî coş û berhemdar berdewam dike.

Di roja 18.05.2014 an de bi beşdarbûna Endamên  Komîteya Rêveberî û yên Meclîsa HPK ê   Dr.Salih Özgökçe,Mustafa Özçelik,Kasım Ergün,Hüsamettin Acar,kadroyê  Diyarbekirê Veysi Asker û nêzî 20 kadroyên dawetkirî  yên ji Mêrsînê civîneke berhemdar hate li darxistin.

Civîn bi axaftinên berpirsyarên HPK yên di derbarê xebat û armancên HPK ê de dest pêkir.Paşê,beşdarên civînê nêrîn,pêşniyarî û rexneyên xwe pêşkêş kirin.

Bi giştî beşdarên civînê bîr û rayên xwe yên di derbarê pêwistiya partiyeke Kurdistanî anîn zimanî. Civîn  jibo berfirehkirin û birêxistin kirina xebatên HPK yên li Mêrsînê hatibû lidarxistin.Ji ber vê yekê jî  bes kadroyên nêzî HPK hatibûn dawet kirin.Çi bi nêrîn û pêşniyariyan,çi jî bi germahiya kadroyên  beşdar bibûn, civîn  gelekî berhemdar û bi mustewayeke bilind derbas bû.

Biryar hate stendin ku di rojên pêş de civîn û xebatên berfirehtir li Mêrsînê û li dorû berê bêne li darxistin.18.05.2014

 Komîteya Çapemeniyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî.

Back to top button