Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî bersiva wan kesan da yên ku bi rengekî negatîf behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin.
Ev çend roj in berpirs û serkirdeyên hinek partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di nav xebatên xwe yên hilbijartinan de bi rengekî negatîf behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin.
Li ser vê mijarê, sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ji BasNewsê re got, referandom destkefta gelê Kurdistanê ye û tenê ya partiyekî û aliyekî nîne lê PDK mîna her car, rêbertî û pêşangtiya xebata netewî û niştimanî dike.
Fazil Mîranî her wiha got, yên ku bi xirabî behsa referandomê dikin û dibêjin nediba referandom hatiba kirin, pêçiya xwe bilind kiribûn û digotin em serxwebûnê dixwazin. Ji xwe dîmen û wêneyên wan jî hene. Vêca hewce nake gotinên wisa bikin û muzayede bikin.
Sekreterê polîtburoya PDKê anî ziman jî, PDK di vê hilbijartinê de jî rêbertiya doza gelê Kurdistanê dike û got, dê bi heman hêzê li Bexdayê jî berevaniyê li Kurdistanê bike, çawa ku di sengerên Pêşmerge de berevanî li xaka pîroz ya Kurdistanê kir.