PolîtîkRojev

Eger YNK xwe berivre derbas neke çarenûsek xirabtir li benda meye

Endamê encûmena bilind a siyasî û berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar peyamek bi serenava ‘’Dema YNKê kêm e, divê rexne li xwe bike’’ belav kir û ragehand, ji 8ê Tîrmehê ve tişta pêkhat, tiştên din berik ango mafûrên hemû odeyên YNKê de bû ango YNKyî ji bin mafûrê derxiste ser mafûrê. Dizî, gendelî, şikesta siyaseta YNKê, çavdêriya neyasayî ya endam û organên YNKê, çalaknebûna hin rêveber û berpirsan, bikaranîna hêz ji bo cîhbicîhanîna biryarên polîtburoyê û di lûtkeyê de jî jikar dûrxistina hevserokekî bû.

Herwaha got, ew dirûşma bi navê nûbûnê ve hat bilind kirin, nav YNKê de nehate nû kirin. Di cîha wê de bêhêvîbûn, bê bawerî û binpê kirina prensîbên partiyê û sistkirin û zêdexwarin di nav YNKê de û bi navê nûbûnê serî rakir. Ne pirsgirêkên berî kongreya çaremîn a nav YNKê de û li derveyî YNKê û li gel aliyan heyî çareser nebûn. Pirsgirêkên navxwe yên YNKê geheştin astekî mirov bitirsîne, rêz û heskirina YNKê nav xelkê hat lewaz kirin, bi taybet jî nav bazar û mûçexwar û peyvendiyên niştimanî û navnetewî de.

Mela Bextiyar dipirse, naha du heftiyan kêmtir dem maye bo helbijartinê, piştî belavbûna wan hemû tewan û talanên YNKê bixwe belav kirine, gelo rêveberiya naha ya YNKê û lijneya bilind a helbijartinê hûn dizanin nav hestên YNKyiyan û dengdêrên YNKê de dê çi birînekî derûnî ya kûr xulqandiye?

Hewaha aşkera kir: Birîn gelek ji wê kûrtire ku di dema cudabûna Gorran di bin bandora propagandaya Gorran de, YNKê 18 kursî û Gorran 25 kursî wê demê bidest anîn. Naha ne Gorran propagandayê dijî YNKê dike û ne jî Hevpeymaniya Demokratî ya Dr Berhem dijî YNKê ye. naha YNK nav xwe dijî yek in. YNK nav xwe de belav e, helmeta dijatiya yek dikin ku ti demekê di nav YNKê de ew nebûye, heman demê de helmeta helbijartinê jî berdewam e.’’

Mela Bextiyar hişyarî da û got: ‘’Li hember rewşa waha ya metirsîdar a YNKê tenê helmeta helbijartina giştî û soza kesk dayîna xelkê dadperweriya YNKê nade. Ji ber ev yekem helbijartina Iraq û Kurdistanê nîne ku xelk bawerî bi dirûşman bike. Di helbijartinên berê de soz gelek hatin dayîn û kêm bicîh hatin. Derkeft helmetên helbijartinê yên berê tenê ji bo parastina desthilatê bûye.’’

Herwaha got, ew çend rojên li pêş helmeta helbijartinê de mane, ji bo rexne li xwe kirina kemasiyan, rexne kirina li gendeliyan bila bê cuda kirin. Rexne li binpê kirina prensîbên partiyê re bên cuda kirin. Rexne kirin li nebûna yasayê re bên kirin.

Dawiyê de jî Mela Bextiyar got, eger YNK rexne li xwe neke û xelkê piştrast neke, ‘’Ez piştrastim ku YNK çarenivîsekî xirabtir li pêş wê ye.’’ û got: ‘’Tîka li we hemûyan dikim têbigehin, madem YNK li xwe mukir hatiye salên berê de gelek xeletî kirine, wê demê divê ew xeletî bi rexne li xwe kirinê û bi bingehî bên çareser kirin. Ne ku bi veşartina berevajî kirinê ve.’’

Back to top button