Hevserokên BDPê çûn başurê Kurdistanê
Hevserokên BDPê Gülten Kışanak û Selahattin Demirtaş ji bo vekirina nûnertiya BDP ya Hewlêrê û danûstendinên fikrî çûn başurê Kurdistanê.
Heyeta BDPê ji bo çuyina başûrê Kurdistan hatin Girikê ( Silopî ) . Di heyetê de Hevserokên BDPê Gulten Kişanak û Selahattin Demirtaş û Parlamenterê BDP yê bajarê Êlihê Bengî Yildiz hene.Heyet li Girikê ji aliyê Şaredarê Girikê Emin Toğurlu Serokê BDP yê navçeya Girikê Bahattin Alkişê ve hatin pêşwazî kirin. Demirtaş û heyeta BDPê di maqama şaredarê de li ser pêvojoyên dawiyê sohbet kirin .
Demirtaş û heyeta BDPê di derbarê serdanê xwe de ji çapemeniyê re agahî da û got : Çuyina me li ser vekirina nûnertiya BDPê û ji bo çend hevdîtinên taybetê ye. Heta 2 roj em li herêmê bimînin. Di serî de emê biçine Hewlêrê û li wê derê digel berpirsyaran çend hevdîtinên bikin.
Heyeta BDPe digel konvoyek tirimbêlan ji bo çuyina başûrê Kurdistan ber bi deriya Xaburê ve çûn.