Polîtîk

Êrîşkarê xwekûj 6 sal di nava PKKê de maye

Li Taksîmê roja yekşemê êrîşekî xwekûjî pêkhatîbû û 15 polîsên Tirk û 17 hemwelatiyên Tirkiye brîndar bûbûn.Îro di çarçoweya lêpirsinê de derket holê ku navê êrîşkar Vedat Acare û li çiyayê Qendilê jî perwerdehiyên siyasî û eskerî dîtiye.Hate tespîtkirin ku Vedat Acar di sala 2004an de tevlî PKKê bûye û heta îsal li Qendilê maye.

Îro di xaniya malbata Acarê de lêkolînek hate kirin û fotografekî Vedat Acar ( êrîşkarê xwekûj ) hatiye bidestxistin. Fotograf di sala 2006an de li çiyayê Qendîlê hatiye kişandin.

Piştî teqînê, ji gelek aliyê nirxandinên cûr be cûr hatîbû kirin.Hîn kes bûyerê wek provokasyonek nirxandîbûn hîn kes jî destnîşanê PKKê kirîbûn.

Êrîş ji aliyê hevserokê BDPê Selahattin Demirtaşê ve bi awayekî tund hatîbû şermezarkirin.Herwiha kesên wek Ahmet Turk, Sirri Sakik, Hasip Kaplan jî şermezar kirîbûn.

Êrîş ji aliyê Konseya Rêveberiya KCKê ve jî hatîbû şermezarkirin.

Back to top button