Polîtîk

Li Zanîngeha Dîcleyê pevçûn

Xwendevanên Zanîngeha Dîcleyê , bi armanca şermezarkirina çêkirina diwarê di navbera Fakulteyên Fen Edebiyat û Tibbiyeyê de û ji bo  şermezarkirina YÖKê mêşekî lidarxistin lê polîsên Tirk bi awayekî tundî midaxele kir.

Di êrîşa polîsan de gelek xwendevan brîndar bûn û bi dehan xwendevan hatin binçavkirin. Bûyer hîna jî berdewama.

Xwendavanên Zanîngeha Dîcleyê îro bi danê nîvro li ber avahiya Fakulteya Perwerdehiyê civîyan û ber bi Fakulteya Tibbiyeyê ve meşiyan. Bi sedan polîs jî ji bo astengkirina meşê bi panzerên xwe amade bûn. Piştî astengkirina rê xwendevanên zanîngeha daxwaz kirin ku çalakiyên xwe bi daxuyaniyê re biqedînin. Lê polîsên Tirk xwendina daxuyaniyê re jî destûr nedan û dawiyê de pevçûn derket.

Piştî mudexaleya polîsan qada zanîngehê bû qada harbê.Xwendavan jî ji mudealayê polîsan bi keviran bersiv dan û di nava demekî kurt de bûyer ji tevahiya zanîngehê belav bû. Bi dehan xwendevan brîndar bûn û bi dehan xwendavan jî hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku bûyer hîna jî berdewama.

Back to top button