Civak

Hevserokê DEMê pîrozbahî li serok Nêçîrvan Barzanî kir

Hevserokê DEMê bi minasebeta pîrozbahiya cejnê bi rêya telefonê pêwendiyek li gel serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanê kir.

Di peywendiya telefoniyê de Bakırhan li ser navê xwe û DEM Partîyê, pîrozbahiya cejnê li Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kir û hêviya serkeftin û pêşketina berdewam jê re xwest.

Bakırhan herwiha spas û pêzanînên xwe ji bo hewl û keda Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê kir û tekez kir ku wek qonaxên berê, di qonaxa niha û paşerojê de jî pêwistiya wan bi rol û piştgiriya Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo serxistina pêvajoya aştiyê, heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî, tevî pêşkêşkirina pîrozbahiya cejnê, spasiya Hevserokê DEM Partîyê ji bo peywendiya wî kir, herwiha tekez li ser girîngiya pêvajoya aştiyê li Tirkiyê kir û ragihand ku ewê piştevaniya pêvajoyê bidomîne. Herwiha dubare kir ku pêvajoya aştiyê derfetek e divê neyê jidestdan û hemû ji bo serxistina wê kar bikin.

Back to top button