Hevpeyvîn li gel Nêçîrvan Barzanî
Ji Bo çi Nêçîrvan Barzanî
Newroz bi girsehî hate pîroz kirin.Newroz cejneka sembola lêgerina adaletê, wekheviyê û azadiyê ye ji bo kurdan. Îsal mezinbûna newrozê ji daxwaziya mezin ya çereseriyê bû. Lê dê ev çareserî wê çewe çêbibe? Ew çareseriya ku herkesî memnun bike çiye? Divê dewleta Tirkiye çi bike? Çi gavan ji bo hevwalatiyên xwe bavêje? Divê PKK çi bike? Herêma Kurdistanê ji Tirkiye ji PKK-ê çi çareseriya dixwaze? PKK çewe bandora xwe li pêwendiyên Kurdistanê û Tirkiye dike. Kurdên li Kurdistanê çewe li PKK-ê dinêrin? Kurdên Kurdistanê Tirkiye çewe dibînin? Çareserî dê çi bandora xwe li ser Tirkiye, Kurdistanê, PKK-ê û hemû kurdan bike?
Pêwendiyên li gel Kurdistana Iraqê berê çewebûn î îro li çi astekî de ye? Ji hir pêde dê çewebin? Bersiva van pirsan û analîza pirsgirêkan hemiyê em ji Neçîrvan Barzanî hîn bûn. Nêçîrvan Barzanî ji 3 navên herî hêz ji Kurdistanêye. Serokwezîrê berê yê herêma Kurdistanê, cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye. Piştî Mesud Barzanî û Celal Talabanî kesê sêyem e li Kurdistanê. Nevîyê damezirê Partiya Demokrata Kurdistanê Mele Mistefa Barzaniye û biraziyê mesud Barzaniye. Herweha Neçîrvan Barzanî li gel keça serokê herêma Kurdistanê Mesud barzanî zeviciye.Nêçîrvan Barzanî piştî hilbijartinên 2009-ê cihê xwe da Berham salih ji partiya Celal Talabanî.
Hun niha pêwendiyên Tirkiye –Kurdistanê çewe dibînin?
Li gora min, Kurdistan û Tirkiye rojên xwe yên herî baş dijîn.Pêwendî pevajoyek baş re derbas dibin. Bifikirin ji çend salekî 200 hezar leşkerên Tirkiye hatibûn ser tixûb.Tirkiye Kurdistan bi awayê leşkerî tehdît dikir.
Hêdî tehdît nake?
Îro bazirganiyek bi hecmê 7 milyar dolar di nav me û Tirkiye de heye. Gelek firmayên Tirkiye xizmetê li Kurdistanê dikin.Gelek ihaleyên mezin di destê fîrmayên Tirkiye de ne.Gelek avakirinên bingehîn bi destê fîrmayên Tirkiye têne kirin.Yanî di pêwendiyên me ûTirkiye de pêşerojek baş heye. Wek din jî em dixwazin hinek deriyên din li tixûb vekin.
Wê deriyên din bêne vekirin?
Dê li devera Xabûrê bêne vekirin.Deriyê heyî jî emê berfirehtir bikin.Niha li ser vê yekê gengeşe heye.Dê nêzik de deriyên nû vebin.Tu cara pêwendiyên me û Tirkiye evqas baş nebibûne.Wê baştir jî bibin. Dê pêwendiyên siyasî û ekonomik pêştir bikevin.
Di derbarê Tirkiye de tu pirsgirêkê we tunene?
Ez nabêjim pirsgirêk tunene.Dema em li gora berê lê dinêrin gelek gav hatine avêtin.
Başe îro pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de çine?
Niha pirsa herî zêde li ser tê xeberdan pirsa PKK-ê ye. Ev pirs di nava Tirkiye de bi rêya diyalogê çareser dibe. Bi tu awayî xelet tê negihin, ez ne behsa diyaloga li gel PKK-ê dikim. Di nava Tirkiye de kî pirsgirêkan çidike divê li gel wan diyalog hebê. Eve 30 salin di nava Tirkiye de insan şerek çekdarî dikin. Di vê demê de gelek insanên bê guneh hatin şehît kirin. Çareseriya leşkerî ne çareseriye.
Li gora we, heyîna PKK-ê li Qendîl çewe bandora xwe li pêwendiyên we dike?
Di vê derbarê de prensîbên me hene. Em qebûl nakin ku hinek insanên çekdar li ser axa me êrîşê bibin ser welatek cîran. Em wê fikra ku dê PKK heta dawiyê li vê deverê bimîne û pirsgirêkan ji bo Tirkiye çêke qebûl nakin.
Lê hêjî nîvê çekdarên PKK-ê li Bakurê Iraqê dimînin.PKK li vê derê bi awayek serbixwe dimînê?
Ew wek gurubên biçûkin. Li deverekî sabit namînin.
Ma cihê wan ne li Qendile?
Ev grub berdewamî cih diguherin.Berdewamî çûyîn hatinê dikin. Me ev yek ji Tirkiye re jî gotiye. Em qebûl nakin ku hinek insane di nav xaka Kurdistanê de bisekinin û êrîşê Tirkiye bikin. Em ji PKK-ê jî vê qebûl nakin.
Hêzên asayişa herema Kurdistanê hene.Polis hene, supayê Kurdistanê heye, PKK heyina xwe li Kurdistanê li gel van hêzan şer dike û didumîne?
PKK li herêmên çiya dimîne.Me salên 1990 an li gel leşkerên Tirkiye operasyonên hevbeş pêkanîn.Van operasyona heta sala 2000-ê berdewam kir. Lê cardin me nekarî em wan ji vêderê dûr bikin. Di van şeran de tenê 3000 insanên me şehîd û birîndar bûn. Divê mirov dakevê bingehê vê pirsê. Bingehê vê pirsê siyasiye.Bi şer, çek û metodên leşkerî ev pirs nayê çareserkirin. Ev pirsek siyasiye û divê di nava Tirkiye de bi cesaret bête çareserkirin. Li gora min serokwezîrê Tirkiye Erdogan li ser rêyek raste. Li gora baweriya me, dê piştî hilbijartina di vê derbarê de wê gavên baştir bêne avêtin.
Ji bo çareseriya pirsa kurd Erdogan pê li stopê(firên) kir.Hun li gora çi dibêjin ku dê Erdogan piştî hilbijartina gavên baştir bavêje?
Rewşa cîhanê û dema ku em tê de dijîn , fikrekî Erdogan re jî peyda dike ku, pirsa kurd divê bi avêtina gavên demokratîk bête çareserkirin. Ev bûyerên ku vê dawiyê li Rojhilata Navîn çêdibin dide xuyakirin ku dema çareseriya pirsa kurd jî hatiye. Ji bo ku Tirkiye vê pirsê di bingeh de çareser bike,divê di nav hewldanên siyasî û demokratîk de bê. Gavên demokratîk ku heta niha hatîn avêtin ne hindikin.Lê divê gavên gelektir bêne avêtin. Tiştên ku heta niha serokwezîr Erdogan kirîn ne tiştên kiçikin.
Li gora we gava herî mezin ku Erdogan avêtî çiye?
Guhertinên destûrê yên dema dawî gavek mezine.Di bingehê xwe de li Tirkiye ji bo çareseriyê îradeyek heye.Heyîna îradeyek bi vî awayî baweriyê didê me. Lê pirs ewe ku, ka ev çareserî dê kengê pêkwerê? Gelo dê niha bê? Salek din bê? Yan jî du salên din be? Divê çareserî demê herî nêzik pêkwerê.Ji bo vê jî divê hemî alî arîkariya serokwezîr bikin. Ji ber ku pirsa kurd ne pirsa Ak Partiyê ye.Pirsa kurd pirsa Tirkiye ye. Pirsa hemî dezgehên dewleta Tirkiye ye. Car cara wek ku ev pirs pirsa hukumeta Ak partiyê tenêye rexne li Erdogan têne kirin.
Yê ku vekirna kurd destpêkirî û sekinandi jî Erdogane.Li gor we insan bi awayek neheqî desthilatdarekî rexne dikin?
Erdoğan, bi vekirina kurd gavek baş avêt. Ev ji bo Tirkiye tiştek nû bû.Em rewşa Tirkiye baş dizanin.Ji bo avêtina gavek bi vî awayî li Tirkiye cesaretek mezin jê re divê. Ji berî wî jî hinek kesan xwestin ku vê yekê bikin lê nekarîn.Mesele kesek wek Ozal. Erdogan ev derî cardin vekir.Eger niha derî hatibê girtin jî ev tiştek miweqet(demî)e. Dê piştî hilbijartinan cardin ev derî vebê. Ji ber ku Erdogan bimîne li ser hukum û nemînê, hêdî rêya ku pirsa kurd bi metodên demokratîk bête çareserkirin vebûye.
Eger pirsa kurd û pirsa PKK-ê çareser bibe, çi hêviyên we di derbarê pêwendiyên Kurdistanê û Tirkiye de hene? Dê çi bibe?
Ez vekirî dibêjim pirsa kurd pirsgirêkek ku,li Tirkiye heye. Dema Tirkiye vê pirsê çareser bike,dê li herêma Kurdistanê li Iaraqê û Rojhilata Navîn rolek mezin bileyze. Mesele niha Misir Tirkiye ji xwe re wek modelekî dibîne.Wek din Tirkiye pirsa kurd çareser bike, dikare li ser Kurdistanê re bandora xwe li Iraqê û hemî Rojhilata Navîn bike. Ji berku cihêk taybet yê Tirkiye yê jeopolitîk û cografîk di cîhane de heye.
Pêwendiyên we li gel PKK-ê çewene?
Tu pêwendiyên fermî di navbera me û PKK-ê de tuneye.Eger ji bo dawî anîna şer tundî û tujiyê, herweha ji bo dawî anîna rijandina xwînê rolek bikeve li ser milê me , em amdene vî rolê xwe pêkbînin. Eve du salin di navbera Amerika, Tirkiye û Iraqê de mekanîzmek sê kolî heye. Em berdewam vê meselê xeberdidin. Birênin deverên ku di bin desthilatdariya herêma Kurdistanê de ne tu baregehên PKK-ê tune ye.
Ez tê negiham..
PKK li deverên çiyayên bilind û li cihên ku xelk tê de najîn dimîne.Li nêzikî deverên tixûb dimîne. Mesele Qendîl. Qendîl ciheke ku li tixûbê Îranê ye. Ev dever çiyayên gelek asê ne.Li vê deverê gundên gelek biçûk hene. PKK li vê derê di nav çûyîn hatinekî de ye.
Gelê Kurd di derbarê PKK-ê de çi difikire?
PKK-ê li vêdê kurd gelek îşandin.Di sala 1995 û 1996-ê ne ji bo tu sedemekî li dijê herêma Kurdistanê şerek ilan kir. Sala 1992-ê me parlementoyek û hukumetek ava kir. Abdullah Ocalan ji bo vê yekê got ku : Divê ev parlemento û hukumet ji holê bête rakirin. Heyîna PKK-ê îro jî hinek astengan ji mere çêdike. Li tixûbê Tirkiye nêzikî 300 gundên me hêjî xirabene û em dixwazin wan ava bikin û xizmetguzariyê bibin wan gundan.
Belê..?
Heyîna PKK-ê li van deveran dibê asteng ku en ji nûve van gundan ava bikin.PKK berpirsiyarê neavakirina van gundane. Ji bo vê tu zemînê pişgiriya PKK-ê li Kurdistanê tuneye.
Berê arikariya kurdên Iraqê ji bo PKK- tunebû?
Raste. Berê pêwendiyên wan hebûn.Lê piştî ku şerek bê wate li dijê Kurdistanê ragihandin, pişgiriya miletê kurd li Iraqê winda kirin. Îro di dilê hemû kurdên Iraqê de daxwaza çareseriya pirsa kurd li Tirkiye heye. Pirsa kurd li Tirkiye hemû ne pirsa PKK-ê ye. Du aliyê vê pirsê hene. PKK hebê û tunebê, li Tirkiye miletekî kurd heye û pirsek ya wan jî heye.
Li gora we divê pirsa kurd çewe bê çareserkirin?
Li gora rewş, merc û taybetmendiyên Tirkiye, ev pirs di nav tixûbên Tirkiye de, bi rêya demokratîk bête çareserkirin. Meselê dive mafên kurdan yên çandî bêne naskirin. Ma gelo bi rastî mafê miletekî tuneye ku zimanê xwe bi karbine? Ez bi temamî nizanim dive çareserî çewe bê. Lê ev pirs hale bibîne prosesa ne çareserbûnê de çewte. Herweha dive çareseriya pirsa kurd grubên din yên etnîk ne rihet nekê. Bila her grubên etnîk xwedî mafên xwe yên çandî bin.
Mebesta we ji mafê Çandî çiye?
Perwerde, çand û xortkirina îdareyên herêmî. Divê herêmê investerin çibibe. Li gora em dizanin di salên dawî nêzik 12 milyar dolar mesref li herêmê hatiye kirin. Bingehê pirsgirêkan demokrasî û ekonomiye. Divê bê avakirin.
Kurdên Kurdistanê, Tirkiye çewe dibînin?
Kurd hemî ji me dixwazin ku pêwendiyên me li gel Tirkiye başbin. Hêviyên xelkê ji pêşdebirina pêwendiyan hene. Ji ber ku ew ji bo xwe Tirkiye wek deriyê li cîhanê û rojava dibînin. Tirkiye şirîkek mezin yê ekonomîk dibînin. Herweha daxwaz heye ku ji bo Kurd li iraqê jî temamî mafên xwe dest bêxin Tirkiye jî arîkar be.
Li Tirkye aşitî pêkwerê dê çi bandora wê li ser we hebê?
Em û Tirkiye cîranin. Dê pêkanina aşitiyê,bandora xwe di warê ekonomik,civakî û siyasî jî bike.
Baweriyak di raya giştî ya Tirkiye heye ku, eger Kurdistana Iraqê arîkariya PKK-ê neke, PKK nikarê li Qendîl bimêne. PKK arikariya Kurdên Iraqê tunebê dikare li Qendîl bimîne?
Ev ne dîtinek raste. Em arîkariya PKK-ê nakin. Ne wek lojistîk, balefirxane û ne jî nexweşxane. Em bi tu awayî rê nadin PKK-ê. Û nadinê jî. Ji xwe tu ihtiyaca wan li me tuneye.Cihê ku lêne nêzikî Îranê ye, dikarin ji wê derê hinek ihtiyacên xwe temîn bikin.
Lê gelek çelakiyên ku li Tirkiye dikin ji vê derê derbas dibin. Hun vê çewe dinirxînin?
Ma dema ku li devera Behra Reş li dijê xeta gazê êrîş pêkanîn jî ji Kurdistana Iraqê hatin? Ji nav Tirkiye çûn wê deverê. PKK ne tenê pirsekê ku ji tixûb derdikeve, PKK pirsek ji vê gelek kûrti re.
Daxwaziyên Tirkiye di derbarê PKK-ê de ji desthilatdariya Kurdistanê çêdibin?
Pirseke ku em berdewam li ser xeber didin. Mekanizma sê kolî ya Amerika, Iraq û Tirkiye berdewamî civîna dike. Vê makanîzmayê di du salan de gelek tişt kirin. Rêyên lojîstik yên PKK-ê hatin girtin. Çûyin û hatinên PKK-ê li balafirxaneyan çinabe. Piştî agahdarî çêdibe izin nayê dayîn ku bikevin herêmê de.
Amerîka dawîya vê salê ji Iraqê derdikeve.Piştî Amerîka derbikevê çi li Iraqê çêdibe?Dê Iraq bikaribe yekitiya xwe biparêze?
Dê hêzên ewlehiya Iraqê, heta ku Amerîka derbikevê, wê bikaribin parastina Iraqê bikin. Heta ku aliyên siyasî destûra Iraqê ve girêdayî bin Iraq dê yekitiya xwe hebê.
Dê Kurdistan bibe serbixwe?
Heta ku Iraq vê destûrê ve girêdayî be, nexêr. Biryara kurda ewe ku girêdayî destûrê, mayina di nava Iraqa demokratîk û federel de ye.
Başe gora we, li Tirkiye aşitî pêkwerê dê kadroyên PKK-ê yên li Bakurê Iraqê wê vegerin Tirkiye?
PKK yên ku li Kurdistanê çûyîn hatinê dikin, ne hevwelatiyên vê derêne. Ji bo ne hevwelatîne nikarin bimînin vê derê.
Pêwendiyên li gel Tirkiye, salên herî xirab kijan sal bûn?
Dema sala 2007-ê tezkere derketî û dest operasyona hatî kirin, ji bo me dema herî xirab bû. Dema leşkerên Tirk li tixûbê me kom bûn me rojên zehmet derbas kirin.
Gelo çi dikare cardin pêwendiyên baş yên navbera Kurdistanê û Tirkiye de heyîn têkbide?
Em gihatine qonaxekî ku hêdî ev pêwendî xira nabin. Hêdî pêwendî welê mezinin ku xirab nabin. Dê pêwendî mestir bibin.
Dê kijan beşê ekonomiyê de pêwendî mestir bibin?
Di Sektora Enerjiyê de.. Petrol..Gas..Sentralên Elektrîkê û safikirna petrolê de..
Eger piştî hilbijartina li Tirkiye agirbest xira bibe,ihtimala ku şer bikeve Kurdistana Iraqê heye?
Em hêvî dikin ku ev nebê. Heta rêya akilane hebê tiştek bi vî awayî çênabê. Hêdî li cîhanê ev qonax ne qonaxa bi şer tişt werin çareserkirne. Eger PKK agirbestê dirêj nekê, dê çewtiyek mezin bike. Divê vêca ev agirbestek dewamî be. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê lazime ku fikrin PKK-ê jî bêne guhertin.Ev pirs bi çek nayê çareserkirin. Her 6 mehan ragihandina agirbestekî nabê.Divê PKK tê bigehe ku ji dev metodên karanîna çek berdê.
Dema hun dibêjin agirbestek direj, mebesta we ewe ku, bila PKK ji dest çekan berdê? Hun vê pêşniyar dikin?
Eger proses bi siyasî pêşve biçe, tabiîye ku PKK ji dev çekan berdê. Çi feyda şer û metodên leşkerî heye? Em bejin ku PKK-ê hezar êrîş kirin. Eve 30 sale ev têne kirin.Gelo çi destve anîn? Hêzên çekdarên Tirkan jî eve 30 salin operasyona dikin. Encam çiye?Divê mirov dersê ji van bûyeran bigre. Ji bo sekinandina rijandina xwînê ji bo herdu aliyan jî metodên din yên çareseriyê pêwiste. Eve 30 salin metodên leşkerî hatin karanîn.Pirs çareser nebû.Ev kesên ku jiyana xwe ji dest didin, diyên wan, xûşkên wan, jinên wan hene. Ev pirs bi şer nayê çareserkirin.Insan vale dimirin. Enceq riyên demokratîk li Tirkiye pirsa kurd çareser dike.
Jêder: Rojanam taraf Neşe Duzel
Werger: Rojeva Kurd /J.M