Hevpeymaniya Navdewletî pişta xwe bi Serok Barzanî ve germ kiriye
Piştî biryara destpêkirina Operasyona Musil ya li 17ê cotmeha sala 2016 hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi serkirdayetiya raste rast ya Serok Barzanî li çend rojek da sedan km axê ji bin destê Da’îş rizgar kirin û bi dehan çekdar jî hatin kuştin û operasyon bi serkeftî hate encamdan, li beramber rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina wan şeran da jî Emanuel Macron Serok Komarê Fransa ragihandibû, em rêz li dîrok û karên Serok Barzanî ya li şerê dijî Da’îş digrîn, ji ber ku Pêşmerge roleke xwe ya yek alîker û bi bandor li wê şerê da hebû.
Piştî dagîrkirina beşeke zêdeyê axa Iraqê li sala 2014 ji ber wê şikestê yek bi yek artêşa Iraqê û paşve vekişiyan bêyî wê yekê ku hîç berevaniyek bikin. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîn rûmeta wê rêxistinê têk bişkîne û Da’îş li êrîşkirinê neçarî berevanî kirinê bikin.
Li 07.08.2014 çekdarên Da’îş bajaroka Mexmûrê dagîrkirin û tenê çend km ji navenda parêzgeha Hewlêrê dûrbûn. Li wê demê de Serok Barzanî li rêya hewlên xwe ve îdareya Amerîka bi Serokayetiya Barack Obama razî kir ku piştevaniya hêzên Pêşmerge bikin û pêgehên Da’îş li wî bajarokî bombebaran bikin ku eve jî bûye destpêkek ji bo pêkanîna hevpeymaniyeke navdewletî ya dijî bi wê rêxistinê bi Serokayetiya Amerîka pêkbê.
Serok Barzanî neku her wekî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Plandarêjer û Serpereştiyarê şeran dikir. Ji ber ku karî piştevaniyeke mezina navdewletî ya Herêma Kurdistanê li wê şerê da bi destbixe û bi awayeke bala cîhanê li ser Kurdistanê û Pêşmerge rakêşa ku berpirsên cûda cûdayên dewletan serdana Kurdistanê kirin û li gel Serok Barzanî civiyan û berdewam tekez li ser wê yekê kirin ku Pêşmerge li şûna cîhanê şerê Da’îş dike. Ji bo wê yekê jî Hevpeymanan ji bo her operasyoneke asmanî dijî wê rêxistinê raste rast peywendiya wan bi Serok Barzanî ve dikir û rêkarên ji bo encamdana operasyonan li ber çav digirtin.
Babekir Zêbarî Serok Erkanê berê yê Iraqê li daxuyaniyek de di derbarê rola Serok Barzanî ya li têkşikandina Da’îş û peywendiyên li gel hevpeymaniya navdewletî ragihandibû, li şerê Da’îş da nêzîkî 80 welat li gel Serok Barzanî li ser xet û hêl bûn.
Niha jî li gel zêdebûna êrîşên Da’îş li Sûriye û Iraqê careke din nûnerê welatan rû li Baregeha Barzanî kirine ji bo wergirtina şîretên di derbarê dûbare dawî anîna metirsiya Da’îş.
Serok Barzanî berdewam tekez li wê yekê kiriye ku ji bo nehiştina Da’îş pêwîste rûbirûyê fikra tundiyê bibîn û sedemên serhildana wê rêxistina tundrew bi dawî bînin.
Piştî biryara destpêkirina operasyona Musil jî li 17.10.2016 hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi serkirdayetiya raste rast ya Serok Barzanî yekem teqîna operasyona rizgarkirina Musilê kir ku li çend rojek da sedan km axa bin destê Da’îşê rizgar kirin û bi dehan çekdar jî hatin kuştin û operasyon bi serkeftî hate encamdan.
Her li vê çarçêweyê da pîsporên peywendiyên navdewletî û siyasî radigihînin, Serok Barzanî roleke mezin li anîna ser xeta civaka navdewletî de ji bo pêkanîna hevpeymaniya şerê dijî Da’îş de dît. Her wiha dibêjin ji bo qonaxa niha jî ji bo rubirûbûna Da’îş û rewşa emnî û siyasiya Iraqê û nehiştina Da’îş de, hevpeymaniya navdewletiya şerê Da’îş pişta xwe bi Serok Barzanî dibestê.
Dema sê salên serkeftina li ser Da’îş li Musil bi bîr tînîn, pêwîste wê rastiyê bîra xelkê bînîn ku Serok Barzanî bû plana berevaniyê danî û Herêma Kurdistanê parast, paşê plana berevaniyê berev êrîşkirinê guherand û encamê de karî wan hemû navçeyan rizgar bike ku ketibûn bin destên Da’îş.