CîhanRojev

Hevpeyman li Roma dicivin

Li Roma ya paytexta Îtalya civîna Dewletên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijê DAIŞê destpê dike. Dê civînê de rewşa DAÎŞê û ji nû ve hewldana ku DAÎŞ rabe ser piya û tekoşîna hevbeş li dijê DAÎŞê bê gotubêj kirin. Wezîrên derve yên 81 welatên di nava hevpeymaniyê de tevlî civînê dibin.

Hewldanên DAÎŞê li Iraq û Suriye babetê sereke yê gotubêjê ye. Lê li ser daxwaziya Amerikayê hinek welatên Afrikayê jî tevlî civîna Roma yê dibin, ji ber ku li van welatan jî DAÎŞ berûpêş ve diçe.

Civên ji aliyê wezirên derve yê Amerika û Italya yê ve dê bê rêvebirin.

Back to top button