Polîtîk

HEVKARÎ: Em êrîşên hovane yên mêtinkeran şermezar dikin

Em êrîşên hovane yên  mêtinkeran şermezar dikin
Her du dewletên mêtinker Tirkîye û Îran di her fersendê de bi hovane êrîşî ser Kurdistana Başûr dikin.
Rewşa sîyasî û civakî ya herêmî û cîhanî her diçe rê li ber nîrên hov û dîktatoran digire û cî li wan teng dike. Gelên bindest, nema bindestîyê bipejirînin, zordarî û mêtinkarîyê qebûlnakin. Her weha neteweya Kurd jî bi rê û rêbazên cuda têkoşîna azadîya xwe dike.

Neteweya Kurd her çend parçekirîbe jî têkoşîna wê, rewşa jîyana parçeyên wê bandorê li hev û li dewletên mêtinkar jî dike. Ji ber vê jî hebûna Kurdistana Federal, wek kelemeke di çavên mêtinkeran de ye. Her weha mêtinkar dizanin ku hebûna Kurdistana Federal bandorek hêja li ser hest û helwestên neteweya Kurd li her çar parçeyan dike. Ji ber vê ye ku mêtinkarên hov yên Tirkîye û Îran, li ser her alozîyek li hember xwe, dikin egerê êrîşkarîyê li ser Kurdistana Başûr.

Her weha di vê demajoya dawî de jî Têrkîye û Îran him ji bejayî ve bi topan û him ji hewayê ve bi firokeyan Kurdistana Federal dane ber êrîşên xwe yên hov. Her weha gelek gundîyên Kurdistanê ji ber van êrîşan hatine kuştin, xanî û malên wan wêran bûne, daristanên Kurdistanê dişewitin.
Em bawer dikin ku êrîşkarî û hovîtîya mêtinkaran, tenê dawîya wan nêziktir dike.

Em daxwaz ji raya giştî, avayî û rêxistinên navneteweyî dikin ku li hember van êrîşên hov derkevin; da ku van mêtinkaran êrîşên xwe bidin rawestandin, rûmeta Kurdistanê bigirin, alozî û pirsgirêkên ku ew bixwe sebebin bi aşîtî çareser bikin.

Her weha em bang li Hukumeta Iraqa Federal jî dikin ku tundtir li hember van êrîşan derkevin; da ku van hovan rûmeta we bixwe jî bigirin.
Em bibîr tînin ku hêjî Emerîka Yekbûyî berpirsê parastina vê herêmê ye û heta niha li hember van êrîşên mêtinkaran hertim bideng maye, her weha em daxwaz ji hêzên navneteweyî û Emerîka Yekbûyî dikin ku gerek vê bêdengîyê nedomîne û rê nede van êrîşkaran! Ev ji bona rûmeta wan û bawerîya bi wan jî girîng e! 

23-08-2011

Hevkarîya Partî û Rêxistinên Kurdistanî li Hollanda
HEVKARÎ

Back to top button