Serok Barzanî çar biryarên girin dan û opozisyonê jî pêşwazî lê kir

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di destpêşxeriyekê de ji bona yekrêziya gelê kurd û rêlxistina navlala kurd li herêma Kurdistanê çar biryarên giring derxistin. Biryarên Barzanî yên ji bo aşitya navxweyî, bi jimarên 23, 24, 25 û 26ê, ji aliyê serokatiay herêma Kurdistanê ve bo aliyên têkildar hatine şandin û pêwîst e hikûmet û dezgehên peywendîdar wan biryaran cîbicîbikin.

Biryara jimare 23:
–  Ew kesên  piştî bûyerên mehên sibat û adara borî, ji aliyê dadgehên herêmê ve biryara destgîrkirina wan hatiye dayîn û yên ku ber bi biryara serokatiya herêmê ya jimara 4 ya 2011ê dikevin, pêwîst e radestî dadgehê bên kirin û çi kes û alî nikare gumanbaran bihewîne yên ku wan behewînin jî dê li hemberî qanûnê berpris bin.

Biryara jimare 24:
– Nabe tu kes li derveyî tedbîrên yasayî bê girtin, divê di dema lêkolînê de parêzer (advokat)  hebe û malbata wî/wê jî ji girtina wî/wê bên haydarkirin, kesên ku li gor qanûnê hatîne tawankirin û destgîrkirin divê di nava 24 seatan de, ji bo diyarkiirna çarenivîsê wan,  radestî dadgehên taybetmend bên kirin. Civata wezîran û civata dadweriyê ji bona derkirina rênîşanderên qanûnî ji bo cîbicîkirinê xala yekem tê teklîf kiirn.

Li gor biryara jimare 25:
– Berdewambûna li ser  xerckirina alîkariya darayî (budce) ya partiyên di parlamentoya Kurdistanê de ne,  alîkariya darayî jî dê li gor biryara civata wezîrên herêma Kurdistanê be.

Li gor birayara 26:
– Ji bo çareserkirina meseleya endamên muxalefetê yên ku ji ber nêrînên siyasî ji kar hatine derxistin, em civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê rasdispêrin ku, ji bo lêkolîna vê pirsê, komîsyoneke taybet pêk bîne û piştî ku pêk hat divê komîsyon di nava 30 rojan de karên xwe biqedîne.

Di vê ji roja derketina van biryarab dest bi cîbicîkirina wan bê kirin.

Piştî derketina van çar biryarên li jor ji aliyê Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê ve, her sê partiyên opozisyonên kurdistanê bi germî pêşwazî li vê însiyatîva serok kir. Ebabekir elî berdefk û endamê polîrbûroya Yekgirtuya Îslamî, Mihemed Tewfîq Rehîm berdefk û kesê duyem yê tevgera Goranê di daxuyaniyên xwe de ev destpêşxeriya serok Barzanî bi erênî wesif kir û gortin ku rê li pêşiya çareserkirian pirsfgirêkan veke.

 

Nerîna min :