Sala 2018ê xilas dibe û dest salek nû ya 2019ê destpê dike. Ji edetêye dema salek dawî tê behsa bûyerên girîng yê sala derbasbûyî tê kirin. Ji bo sala nû jî daxwaz û hêvî têne rojevê û mirov hêviya salek nû, serkeftî û xweş dike. Bê guman her kesek, miletek heta welatek behsa rewşa xwe dike. Kurda sala 2018ê li her beşek yê welatê xwe cuda derbas kir. Li gora sala 2017ê sala 2018ê ji bo kurda baştir derbas bû. Li vê derê ji hêvî û daxwazan behtir pêwiste mirov behsa rastiya xwe bike.

Li Bakurê Kurdistanê sala 2018ê gelek tişt neguherin û her wek xwe berdewam bû. Dema mirov aliyê siyasî de lê binêre li Bakur hestên netewî gelek alozin û mirov nikare behsa destkeftiyek netewî ji bo kurda bike. Rewşa siyasî û civakî ne başe .

Li Rojavayê Kurdistanê tu pêşketin li gora sala bihûrî nebûne û her rewşa heyi wek berê û heta ji berê xirabtir vedigere. Bêguman bûyerên girîng pêkhatine, lê ji bo kurda û destkeftiyên netewî mirov nikare behsa yek bûyerekî bike.

Rojhilatê Kurdistanê rewş her wek xweye eger xirabtir nebîbe baştir nebûye.
Cardin berê hevîya kurda li Başûrê Kurdistanêye. Li Başûr piştî sala 2017ê , pêkanina referanduma serxwebûna Kurdistanê û bûyerên piştî referandumê û xiyaneta 16ê Oktoberê, sala 2018ê baş derbas bû. Ji berî her tiştekî kurda wek hukumeta Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî manewrayên çalak ên diplomasiyek serkeftî karin dorpêça li ser Kurdistanê heyî bişkînin û kurd ber bi ronahiyekî ve herin. Li Iraq û Kurdistanê du hilbijartin pêkhatin û ji bo kurda bû wek pivanek serkeftinekî.

Niha çav hemû li sala nû, sala 2019ê ne, daxwaz û hêvî ew ku, kurd serbikevin û di sala 2019ê bibe sala serkeftina kurda û Kurdistan li her kû be bibe xwedî statuyekî serbixwe.
Sala nû pîrozbe ..

Rojevakurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: