Polîtîk

Hêvîdarim bîr û hizrên nû di nava Goranê de pêwerin

Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo pîrozkirin li berpirsê Giştî yê Tevgera Goranê serdana navenda sereke ya Goranê ya li Silêmaniyê kir.Berpirsê Encûmena Serkirdayetiya PDKê li Silêmaniyê Edhem Barzanî ji bilî pîrozkirina li berpirs û kadroyên Tevgera Goranê bi minasebeta hilbijartina berpirs û serkirdayetiya nû ragihand, “Hêvîdar im guhartinên wê tevgerê di berjewendiyên gelê Kurd de bin û Tevgera Goranê tevahiya bernameyên xwe cibicî bike.”Edhem Barzanî got jî: “Hêvîdar im guhartinên bûne, bîr û hizrên nû di nava Tevgera Goranê de dirust bike.”Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê aşkere kir, hefteya borî Tevgera Goranê pêşwazî li şandeke PDKê dike.Piştî derbasbûna heşt salan bi ser damezrandina Tevgera Goranê û piştî koça dawî ya Newşîrwan Mistefa, duh wê tevgerê Omer Seyid Elî wek berpirsê nû hildibijart.

Back to top button