Hêvî dikim kogreya we di xizmeta Kurdistanê de be
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek ji kongreya Komela Îslamiya Kurdistanê re rêkir hêviya serkeftina wan kir. Nêçîrvan Barzanî di peyamê xwe de da kifşkirin ku; daxwaziya serkeftina kongreyê kir. Barzanî got: Hêvî dikim kongreya we di xizmeta Kurdistanê de be.Barzanî di wê peyamê de ji Komela Îslamî re dibêje: “Hêvîdar im serkeftina ev kongreya we, bibe dehfdanek bo avêtina pêngavên mezintir û xizmetkirina pitir a Kurdistanê.”Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha di peyama xwe de gotiye: “Em her di wê merasîmê de rola diyar û niştîmanî ya Komela Îslamî ya Kurdistanê, hewlên berdewam ên wê bo xortkirina rihê tebayî û yekrêzî ya aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê, serxistina proseya reformê û karkirin bi rihekî niştîmanî û Kurdistanî bilind dinirxînin û em hêvîdar in Komela Îslamî herdem li ser wê rêbazê xebata xwe bidomîn e û li gor rihê niştîmanperwerî tevbiger e.”Komela Îslamiya Kurdistanê sêyemîn kongreya xwe bi beşdariya 760 endmaên xwe li salona Avatar a li bajarê Hewlêrê dest pê kir.