Polîtîk

Hêvî dikim kabîneya nû bibe bersiva daxwaziyên xelkê

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pêgeha xwe ya li facebookê peyamek belav kiriye û ragihandiye ku, gelek kar û erkên girîng li hêviya kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê ne.

Serokê hikumeta Kurdistanê  bersiva peyamên pîrozbahiyêyên ku, li ser facebookê  derketîn da û spasiya xelkê Kurdistanê kir. Nêçîrvan Barzanî dibêje ku, şerefeke gelek mezin bû bo wî ku, di roja 5ê nîsana sala 2012an de weke serokê kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê sonda qanûnî xwar.

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de gotiye: “Gelek kêfxweşim ku, careke din hewldan û bizavên avedankirina Kurdistanê birêve dibim, gelek kar û erkên girîng li pişiya me de ne û hêvî dikim ku, bikaribin hîn baştir û zêdetir xizmeta welatiyên Kurdistanê bikin.”

Serokwezîrê Kurdistanê di dawiya peyama xwe de dibêje: Hêvî dikim ku, kabîneya 7ê ya hikûmeta Kurdistanê bikarêbe bersifa daxwazên xwelkê Kurdistanê bide û jiyaneke baştir û emintir ji bo tevahiya Kurdistanê pêkbîne, jiber peyamên pîrozbayî jî gelek spasiya we dikim û hêvî dikim peyvendiyên me hertim bidomin.

Back to top button