Cîhan

Helwesta Amerîka cihê şermezariyê ye

Senatorê Amerîkî yê naskirî  John McCain, ji hukumeta Amerîka xwest ku çekan bide çelekvanên Suriye yên ku li dijê rejima Esad şer dikin. John McCain, da xuyakirin ku, ji bo hilweşandina rejima suriye ev yek pêwiste.

John McCain got ku, helwesta Amerîka li himber bûyerên li Suriye çêdibe û xwîna tê herikandin şermezariyek e.

Di hevpeyvînekê de ligel bernama Face the Nation li televizyona CBS, McCain vekirî got: Kesên serhildanê li Suriye dikin li hêviya desthilatdariya Amerîkaye ku çeka bide wan, hêza leşkerên azad pêwistî li çeka û arîkariya Amerîka heye.

Wek tê zanîn heftiya burî McCain li gel hinek senatorên din li Tirkiye serdana kampên penaberên ji Suriye hatî kir û li gora agahdariyan hevdîtinek li gelberpirsên Artêşa Azad pêkanî.

Back to top button