Polîtîk

Hêvî dikim 69 salvegera PDKê bibe sedema çareseriya aloziya

 Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm bi rêya peyameke 69emîn salvegera PDKê pîroz kir û daxwaza kir ev yek bibe helkefta çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê.Fûad Mehsûm diyar kir, PDK bi bedelên giran gihîştiye van rojan û pîrozbahî li  alîgir û endamên wê kir.Mehsûm anî ziman, niha pêwîstiya kurdan ji hemû caran zêdetir pê yekîtî û hevkariyê heye û divê girîng ji bo vê yekê were dayîn.Mehsûm wiha got: “Hêvîdar im salvegera damezrandina PDK a têkoşer derfeteke girîng be bo da ku bi hikmeta Serok Barzanî hemû hewl koşeş zêdetir bibin û bo dîtina çareyekê bo vê kirîza ku rastî Herêma Kurdistanê hatiye.”Herwiha Serokomarê Iraqê rojbûna Mesûd Barzanî jî pîroz kir û ji bo wî û PDKê serkeftin xwest. 

Back to top button