Cîhan

Hevdîtinên Tirkiye-Swêd-Fînlandayê ji bo demeke nediyar hatin sekinandin

Li ser daxwaza Tirkiyê, hevdîtinên sê alî yên mekanîzmayên Swêd û Fînlandiyayê yên ji bo endamtiya NATOyê ji bo demeke nediyar hatin sekinandin.

Wezîrê Derve yê Fînlandiyayê ji Reutersê re got ku ji bo danûstandinên NATO bi Tirkiyê re çend hefte bêhnvedan pêwîst e. Wezîrê Karên Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto li ser pirsa gelo Fînlandiya wê pêvajoyê bêyî Swêdê bidomîne wiha bersivand, “Ez niha hewce nabînim ku ev mijar were nîqaşkirin” û got, “Ez difikirim ku wê çêtir be ku meriv li bendê bimîne heya ku rewş aram bibe. Beriya ku hevdîtinên sê alî dewam bikin.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg diyar kir ku Swêd gefa astengkirina endamtiya NATOyê red dike. Stoltenberg got, “Azadiya derbirînê li Swêdê û li hemû welatên din ên NATOyê nirxeke girîng e, xwepêşandanên bi vî rengî li Swêd ne qanûnî ne.”

Back to top button