Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re li berdewamî ya serdana xwe ji bo bexdayê, îvariya roja înê 8-4-2016 digel Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqa Federal û hikmarek berpirsên din civiya.Di kombûnê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û qeyrana darayî û çawaniya çareseriya kirîza darayî û şerê dijî terorîstên DAIŞê û rizgar kirina bajarê Musilê û hemahengiya pitir navbera Herêma kurdistanê û Bexdayê bo vê yekê kirin.Li pareka din ya civînê behsa pêkhatiya nû ya Hikûmeta Îraqê hate kirin, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi eşkere helwesta Herêma Kurdistanê xiste berçav, ku divê mafên destûrî û yasayî yên Herêma kurdistanê bihên berçav girtin.
Pêş
23/07/2026
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê kir
22/07/2026
Dîmenek ji têgihandina rastiya PKKê…!
Têkildar
Balkêş e ?
Close


