Herêma Flandersa Beljîka serdan serokwezîr kir

0
10

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Geert Bourgeois Serokwezîrê Herêma Flandersa Beljêka û şandeka pê re kir.Bourgeois kêfxweşiya xwe ji bo serdan kirina Herêma Kurdistanê nîşanda û amaje bi vê yekê da ku Herêma Kurdistanê di nava devereka pir aloz û na aram de, herêmeka aram û pîşketî ye û bi hev re jiyana pêkhatiyên netewî û olî û pêşketinên berdewamên Herêma Kurdistanî giring nirxand. Her wiha destxweşiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge kir ku zêdebarê qeyrana darayî, karîn e li cihê cîhana azad pilanên metirsîdarên terorîstan bişkênin û hembêza gelek koçber û penaberên destê terorê bikin û xizmetkariyan jê re dabîn bikin.Li pareka din bal kişande ser alîkarî û hemahengiyên Herêma Flanders li warên cuda wek aborî û îmza kirina grêbestên aborî û xwendina bilind û perwerde digel Herêma Kurdistanê. Bo vê yekê jî hêvî xwest komîsiyonek navbera her du aliyan pêk bihê ku bi vê awayê têkiliyên du alî bi hêztir bibin. 

 Serokwezîrê Herêma kurdistanê bi sipasî kirina vê serdanê û helwesta Serokwezîrê Flanders li hember Kurdistanê, ji bo qorbaniyên êrişa terorîstiya DAIŞê li Bruksêlê sersaxî jê re xwest û amaje bi vê yekê jî da ku bi hev re jiyana pêkhatiyên Herêma Kurdistanê dîrokeka dûr û dirêj heye ku cihê şanaziyê ye.Derbarê şerê dijî terorê, Serokwezîr pêdagirî li ser vê yekê kir ku divê bingehên mirovatiyê bihên parastin û daxwaz ji civaka navdewletî kir li warê serbazî û mirovî pitir alîkariya Herêma Kurdistanê bike, û amadeyî ya Herêma kurdistanê jî bo alîkarî û hemahengî tevî Herêma Flaners nîşanda û xuya kir Herêma Kurdistanê pêwîstî bi ezmûna Beljêka heye ji bo baştir kirina sîstemê îdarî û bi cih anîna reformê, ku bo demekê ye Hikûmeta Herêma Kurdistanê  ji bo çareser kirina qeyrana darayî û baştir kirina sîstemê rêveberiyê dest bi hijmarek pilanên reformê kiriye.Her du aliyan her wiha behsa rewşa deverê û Îraqê û hin babetên têkildar kirin.Li dawiyê jî her du serokwezîran diyarî bi hev re pêşkêş kirin. 

 

Nerîna min :