Polîtîk

Hevdîtina CHPê û IYI Partiyê

Wek tê zanîn di navbera du endamên sereke yên maseya 6 koliyê, piştî pêştî teklifa CHPê ya pêşnûmeya qanûna sergirtinêû biryara di derbarê serokê şeredarê Stanbulê Ekrem Îmamoglu de hinek alozî derketin. Heta hat nirxandin ku, ihtimala belavbûna 6 koliyê jî heye.

Lê serokê CHPê û IYI Partiyê hatin ba hev û ji dere 6 koliyê civînek 2 kolî pêkanin. Di derbarê hevdîtinê de, baskê CHP’ê got, “Berê jî hevdîtinên bi vî rengî hebûn. Ji van zêde ne cuda bû. Di atmosfereke gelekî germ û erênî de derbas bû.”

Hevdîtina Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu û Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener li tesîsên Ahlatlibelê yên Şaredariya Çankayayê 2 demjimêr û 15 xulekan dewam kir. Di nirxandina yekemîn a civîna ji aliye CHPê ve hate kirin û gotin: “Berê jî hevdîtinên bi vî rengî yên dualî hebûn. Ev hevdîtin ji wan ne cuda bû. Di atmosfereke pir germ û erênî de derbas bû.”

Têkildarî îdiayên ku dibêjin qeyran di navbera her du partiyan de heye de jî endamekî CHP’ê yê VQA’yê re got, “Helbet dibe ku pirsgirêk hebe, lê krîz nîne. Em partiyên cuda ne, lê bi muzakere û şêwirê çareser dikin.” Di bernameya hikûmetê û xebatên rêveberiya hevpar me li hevkiriye berbi dawîbûnê ve diçin. Ev geşedanên girîng in. “Piştî civîna meha Çileyê dê her tişt zelal dibe. Herî dawî dê mijara namzetan bê nîqaşkirin. Em ê nehêlin ku hewlên ku dixwazin maseyê 6 kolî tûkbibin herê serî.” Rojeva maseyê di salnameyê de ye. Pêşeroja welat di xetereyê de ye. Em hemû bi vê berpirsyariyê tevdigerin.”

Back to top button