Polîtîk
Hevdîtina Barzanî û Erdogan destpê kir
Hevdîtina Serokê Kurdistanê mesud Barzanî û serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan destpêkir. Barzanî dema gihat balafirxaneya Stanbulê û ji aliyê musteşarê wezareta derve Feridun Sinirlioglu ve hate pêşwazî kirin. Piştre ji bo hevdîtinê Barzanî çû qesra Dolmabahçe.
Barzanî demjimêr 14.35-ê giha qesra Dolmabahçe piştî rojnemevanan hinek wene girtin civîna fermî destpêkir. Di civînê de cîgirê Erdoan Beşîr Atalay, Feridun sinirlioglu û serokê MIT-ê Hakan Fidan jî amade bû.
Civîn hêja berdewam e.
Sibe jî serokê Kurdistanê hevdîtinekî li Enqere li gel serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul pêktîne.