Heta ku Kurd xwedîyê vî çoxî bin…
Ku hûn xwedîyê vî çoxî bin kes dirava pê nadê!
Her tişt di wextê xwe de pêwîste. Ev hilbijartin jî derbas bû carna bêdivî û daxwaz hineka tanîne rojevê.
Lê digotin: “Di ka ev hilbijartin jî derbas bibê, em zanin em çend bira ne. Ê keko welleh berî seçimê jî û dûv
seçimê re jî em bi çoxê hev zanin û xelkê jî çoxê Kurda nas kirîye dirava pê nadin. Çoxê we bê qesare!
Her tiştekî demek wî heye, ku dema wî derbas bû tu herê ser bênderê jî valaye. Di wextê wê de hûn nakin
ji destê xwe berdidin dûra hûn bi dûv gura de dikin qîr û hewar û gazî bê fêdeye.
Ka li tarîxa Kurd û Kurdîstan binerin ji roja vejîn û berxwedan ê û heta îro roj. Ka çi hatiye pêşketin?
Di sîyaset û pêşketina pênus û lênusê de li ser tewlê çi hatiye guhertin? Netew perwerî û hevkarî di cî de
dihijmêrê. Kengî ku me suhbetê nîjad perwer bi hev re kir û me bahsa wan leheng û cengewarê xwe
kir û me kot: Em wê tolê li erdê nahêlin, divit ku em rihê wan şehîda şakin xwîna me kelî û namus
di pozê me gerîya hingî emê rast bibin.
Di dîroka dinyayê de ev zilm û zor bêedaletî hene, hê jî berdewamin. Gelê Kurd jî, jî tarîxeke kevnare
de ber pêla ketine, ketine neqebeyna çar dîwaran de, têne berçiqandin û helandin. Carna derfetin
têne karê lê divê ku me re jîr bê hemen herê biwarê. Lê mixabin gelê Kurd ne amadeye ji mafê xwe re ku mafê xwe bi dest bixê, pênûsa wan gelek lewaze!
Li Surîya ev şêst sal ku Gelê Kurd di evciqand, rezîl dikirin heta nikarîbûn jina xwe li xwe mahr bikin,
ji koletiya Firawn xerabtir bû. Gotinekî pêşîyan heye dibêjin, ji azmana barî, ê ji azman barî ji Kurdare.
Lê bikêr nehatin wan xwe bi xwe xaîntî li xwe kirin. Milletê Ereb nema tamûl kirin zilma Esad raperîn kirin heger ku Kurda jî bi wan Eraban re li Esad xistiba wê niha Esad nel ser wî kursîba na!
Wexta ku Esad ji ser kursî pekkand ba wê wî wextî Surîya bûbane sê beş, beşek jê wê pişka Kurda
bane. Lê mixabin Kurda li cem Esad cî girtin bûne nobedarê Esad ji Dêrka Hemko û Hesekê heta ku
bighê Efrînê li dora Esad bûne sênc Esad paraztin, Esad kirne daqoqê serê xwe. Esad ma li ser
kirkedanê xwe wekî berê, ew çirîqekê jî nadê Kurdê cahîl. Mix di serê Kurda de nîne kundirê vala ye.
Ev sîh salî bi dûv Rus dene Rus hîn wan bi Kurdî nas nekirne. Rus Efrînê bi destê xwe teslîmî Tirka kir, lê Kurda aqil negirt. Kurd bûne îşçîyê piyasê wexta ku ji mutahît a re îşçî lazimbane diçûne qada karkeran karker tanîn karê xwe bi wan dikirin! Ku ji Rus re pêwîst bin ban wa dikin, ku ji Amarîka re pêwîst bin ban wan dikin,Îran jî aynî Surî, Îraq heta Tirkî jî wan bikar tînê.
Her tışt niha ka diyare wekî dibêjin, kûna xwe da tavê, ê van jî her tişt derkete holê bê berê wan bi kûve ye û kî wan bi kar tînê û fermanê ji kûderê distînin dîyare. Ku me re dost û dijmin jev nas nekê wê çi were serê me re, ne dîyara. Hêvî di temamê partiyê Kurdê Tirkî de nemaye. Çend partiyên din derkettin bi navê Kurdî nav li xwe kirin hinekê em ji xew şiyar bûn me bala wan kişand, ka wê çiqasî gavan pêşde pavêjin? Nêhta me jî hebû ku em beşdarî wan bibin. Me nerî ku wan berî herkesî devê berîka xwe vekirin û nedîtî bi dev pere dihijmartin , pêşî meheseba perê xwe dikin. Wekî Cegerxwîn ku,min çiqas lê nerî lê wî jî bi xwe de rî.
Hinek Kurd hene xwe bi van partiyên Tirka ve diqedimên in, dibêjin, ev partî qence ne wekkî vê partya dine. Lê belê ku bû bahsa Kurd doza Kurd di nav bera partiyên Tirkan de hîç ferq nîne AKP_CHP_MHP_ÎYÎ PARTÎ û vesaîr… Tu ferq tune, lê divê ku em li xwe bipirsin, em xerabene!
Erdoxan serîyê ewilî gavek dudu baskî Kurda de avêtin. Lê mixabin Kurda ew derfet bi ser nexistin bi a dijminê xwe kirin. Dijmin gote wan bi Erdoxan re hûkûmetê çê nekin ev derfete em û hûn emê bi hev re Erdoxan ji ser kûsî daxin û emê sazûmanek ê sosyalîst çêkin Kurda jî yeqîn kirin, Silhetîn Demirtaş gote Erdoxan ku: “Ez bi tere li ser masê narûnim nel hundir û ne li der û em te nakin serok. Erdoxan jî nerî ku fikrê wan li ser CHPê Kemalîsta ne. Erdoxan jî bakire Behçelî ew dijminê Kurd ku gelek xedar, ew qedera Kurda da destê Bexçelî!
Îca nihaka Kurd dibê haw haw, ê îş qedîya nema fêde dikê her roj wisa derfet nayêne ber destê mere birano. Di dîroka Kurda de hîn wisa Kurda arîkarî bi hevre nekir bûn 80 nûner birne miclisê lê mixabin Silho pihîn li beroşê xist qulipan rijand! Kurd bûne çêleka xweş doş, çêleka xweş doş ku xwedî didoşe çêlek xwe na lebitîne di cîde di sekinê heta ku sîtil tije şîr kirin li ber xilas kirinê ji xafil de pihînekê li sîtilê dixê diqulpînê, wî şîrî tevan bi erdêde dirjînê.
Kurd jî bûne wekî wê çêleka xweş doş. Kurd wê bi xebitin girtin û kuştin û talan kirin haw û haw dighin ber devê neqebê ku bi serê dîyar kevin, yek ji wan kevirkî mezin bi ser wan hevalên xwe de di gindirînê wan berjêrî newalê dikê, wan tînê cîyê berê. Kesek jî nabêjin kuru lawo ev hevalê me xaîne hûn dibînin vî çi bi serê mekir? Wekî pezê koçeran garankî berê wan dîsa didin çiravê pirs tune.
Lê pirsîna wan çîye? Herdu tilyê xwe bilind dikin dibêjin em bi ser ketin, fêrî vê goterê bûne, wekî korê riya bêrmê. Yekî kor rîya bêrmê fêr bûbû ku ji mal derdi ket diçû bêrmê. Ê mejî tilîne heman tilyê xwe bilin dikin xelk jî bi serkevin tilyê xwe bilind dikin û em jî bi binkevin dîsa tilyê xwe hildidin.
18.4.2019 .
DILCIWAN HELBEST