Heta 15 rojan Musil bi temamî tê kontrolkirin
Qonaxa dawîya operasyona Musilê destpêkir. Li gora fermandarên hêzên Iraqî didin xûyakirin heta 15 rojan Musil bi temamî ji DAÎŞê tê pakijkirin.Duh serê sibehê hêzên Iraqê êrişî ser taxên Sihhe, Zencîlî û Bab Sincar kirin û şer û pevçûnên giran di navbera herdû aliyan de derketin.Di 6 seetên destpêkê yên êrişê de, hêzên Iraqî 4 kargehên dirustkirina teqemenî û bombebarkirina otomobîlan bi balafiran jinav birin.Di eniyên şer de jî 13 otomobîl û 3 matorsikletên bombekirî yên DAIŞê berî ku bigihin hêzên Iraqê hatin teqandin.Hêzên Iraqî ragihandin ku di çend rojên bê de wê şerê Mûsilê yekalî bibe û dê devera Mûsila Kevin bê kontrolkirin ku çend mehin DAIŞ berevaniyeke xurt li wê taxê dike.Ferîq Rayîd Şakir Cewdet fermandarê Polîsê Federal ragihand Yekîneyên Polîsê Federal û tabûra Zêrîn û Artêş çûne devera Zencelî û riya pira sêyem kontrol kirine û ber bi taxa Mûsila kevin pêşve diçin.Rayîd Şakir Cewdet dibêje hêzên wan dikarin wî şerî yekalî bikin û DAIŞê kontrola çekdarên xwe winda kiriye.Li gorî texmînan tê çaverêkirin ku heta 15 Remezanê Mûsil bi tevahî were kontrolkirin.