Cîhan

Hestê her kurdekî di derbarê Ala Kurdistanê de çi be, niha yê min jî ew e

Serokê Herêma Kurdistanê diyarkir ku dema Ala Kurdistanê li kêleka wî danîne, hestê her Kurdekê çi be yê wî jî ew bûye.Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê hevdîtinên xwe yên li Enqerê de civînek rojnamevanî saz kir û diyar kir ku di hevdîtinan de ji pêwendiyên herdu aliyan heta mijara tekoşîna li dijî DAIŞ’ê, pêwendiyên ligel Iraqê heta mijarên herêmê, mijarên berfereh gotûbêjkirine. Barzanî ragehand ku ligel rayedarên paye bilind ên Tirkiyê tekez li ser rêkeftin û hevkarîkirina hevdû kirine û got: “Her dem pêdiviya me û Tirkiyê bi hev heye, hemû welatên din jî yên beşdar di şerê DAIŞê de wek dostê xwe dibînin. Tirkiye bo hemû karekî jî amade ye hevkariyê bike.” Serok Barzanî diyar kir ku yekem car e Alaya Kurdistanê di civînan de bi fermî ligel ya Tirkiyê hatiye danîn û got: ‘’Hestê her Kurdekê derbarê Ala Kurdistanê de çi be, niha yê min jî ew e.’’ Derheqa pirsgirêka navbera Bexda û Enqerê de Barzanî wiha axifî: “Em ne aliyekî vê pirsgirêkê ne û berî serdana xwe y abo Tirkiyê ez bi telephone ligel Serokwezîr û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê axifîm û îro jî şandeke girîng a Tirkiyê li Bexdayê ye û hêvîdar im pirsgirêk bên çareser kirin.” Derbarê proseya aştiyê li Tirkiyê jî Barzanî got: “Me nedixwest rewş bê vê astê. Em dixwazin prose berdewam be. Ez bawer dikim ku wê her berdewamî be.” Li ser guhertina siyaseta Tirkiyê derbarê doza Kurd de Barzanî, behsa nameyeke Barzaniyê nemir kir û wiha axifî: “Di salên 60î de Barzanî nameyek bo Neteweyên Yekbûyî nivîsî bû û name bo Tirkiyê jî şandiye, lê serokê wê demê yê Tirkiyê bersiv nedaye, niha li wê koşkê pêşwaziyê li me dikin, evna li ba min guhertineke mezin e.”Basnews 

Back to top button