Nivîsar

Hespê çê êmê xwe zêde dike

Îro em Kurdên Bakur bi giştî di nava bohran û deprasyonek mezin de ne.  Çi siyasetmedar û rewşenbîrên me bin, çi rêxistin û partîyên me bin, rê li ber me winda bûye û em hew zanin çi bikin…

Nûrî Çelîk

Jiyana me Kurdan bi serpêhatîyan xemilandî ye. Bi taybet gotin û serpêhatîyên bav û kalan, yên mezin û pêşîyan, hem ji bo çand û edebiyata Kurdî, hem ji bo derswergirtin, tecrûbe û ezmûnan gencîne û xezîneyek mezin e. Her gotinek tecrûbe û serpêhatîyek e, ders û jêderek e, şewq û rêbazek e.

Dibêjin, „Hespê çê êmê xwe, kurê çê malê xwe zêde dike“ . Hespê xirab  êmê xwe û kurê xirab jî helbet malê xwe kêm dike. Gava meriv gotinên wan yên sedê salan li gor rewşa ku îro em tê de ne binirxîne, dibîne ku gotinên wan hem ji bo dema berê, hem ji bo dema îro û hem ji bo pêşerojê dibistanek mezin a azmûn û serpêhatîyan e û her serpêhatîyek wan wek beşek ji perwerde û zanyarîyên wê dibistanê ne. Gotin û serpêhatîyên wan wek dersên zanîngeh û akademîyên zanyarîyê têr û tije, watedar û bi nirx in. Di gotinan de felsefe, siyaset, şer û artêşî, qencî û xerabî, rastî û şaşî hene, plan û rê û rêbaz hene.  Gotinên pêşîyên me wek mirêk û neynikê ne. Meriv di wan gotinan de xwe û dîroka xwe dibîne.

Berî salên 80 î em kurên çê bûn. Me malê xwe û hespê me jî êmê xwe zêde dikir.  Xebat, tekoşîn, fedakarî , Kurdayetî û bawerîyek xurt bi me re hebû. Em bi çavgirtî diçûn ser mirinê. Armancek me hebû û ji bo wê armancê me can û malê xwe dida, heps û zindan ji bo me bihuşt bû. Baş e, çi bû, çi bi me û wê bawerîya xurt hat ku me malê xwe kêm û hespê me jî êmê xwe kêm kir?  Kê li ser me xwend ku em Kurdên Bakur îro ketine bohran û deprasyanek kûr? Gelo ji ber têkçûna xewn û xeyalên me bû, ji ber pûçkirina hêvîyên me bû, yan taqata xebat û tekoşînê bi me re nema? Xebat û tekoşîna Kurdayetîyê kar û barekî giran e. Wek Kurd me di vê rê de bi mal û canê xwe bedelek mezin da. Helbet şert û şirûtên xebat û tekoşînê, şert û şirûtên herêmê û dinyayê hatine guhertin. Ev nayê wateya ku em bê mecal in û divê em dev ji xebat û tekoşînê berdin. Divê xebat û tekoşîn li gor şertên nû xwe bihûne û bi şêweyên nû berdewam bike.  

Îro em Kurdên Bakur bi giştî di nava bohran û deprasyonek mezin de ne.  Çi siyasetmedar û rewşenbîrên me bin, çi rêxistin û partîyên me bin, rê li ber me winda bûye û em hew zanin çi bikin, çareserîyek çawa ji vê rewşa kambax re bibînin. Bohran û deprasyona ku em Kurdên Bakur tê de ne bûye sedema xirabbûna psîkolojîya me û ev yek jî hêvî  û xewn û xeyalên civaka me zêdetir  dişkîne, wan ji kesayetî û qewmîyeta wan dûr dixe û wan bêzar, sersar û xemsar dike.

Bohran û deprasyona civakî bi xwe re nexweşîyên giyanî û derûnî tîne. Dibe sedema têkçûna  bedenî, hişmendî û hestane. Kesên di bohran û deprasyonê de bin xeyalşikestî ne, ne bextewar in û hemû hêvîyên xwe winda dikin. Bi vî awayî ji hemû nirxên kesayatî û netewî sar û dûr dikevin, rê li ber wan winda dibe û nema zanin çi bikin. Îro rewşa ku civaka me, siyasetmedar û partîyên me tê ne de ev rewş e.

Îro ji bohran û deprasyona aborî zêdetir bohran û deprasyona ku siyasetmedar û partîyên me tê de ne bandorê li civaka Kurd dike. Kurdên Bakur di 40 salên dawîn de bi can û malê xwe bedelên mezin dan. Bêencambûna wan bedelan û tunebûna alternatîfek netewî ew xistina nav bohran û deprasyonek mezin. Xemsarî, sersarî, şikestina cesaretê, bêhêvîtî, asîmîlasyon sedema tunebûna vê alternatîfê ye. Ev yek dibe sedem ku Kurd çavên xwe ji Tirkbûn û asîmîlasyona xwe û zarokên xwe re bigrin û qîma xwe bi Tirkayetîyê bînin. Sersebeb jî bêguman siyasetmedar, kadro û partîyên heyî ne. Wek dibêjin, masî ji serê xwe genî dibe. Heger serî di nav bohran û deprasyonê de avjenîyê bike, rê li ber civakê jî winda dibe, gêj û sermest dibe.

Bêguman, her çiqasî wextekî dirêj bistîne jî, dermanê bohran û deprasyonê jî heye û tê dîtin. Di serî de divê partîyên heyî ji bohran û deprasyonê xelas bin. Divê dev ji partîtî û berjewendîyên xwe berdin û bi mejîyekî zelal, bi rê û rêbazek nûjen xwe li hev kom bikin û dest bi pêvajoyek nû bikin ku karibin hêvîyek nû bidin civaka Kurd. Ev destpêka dermên û rehetkirina brîna civakê ye. Heke ev nebe, divê kesayetên serbixwe, kadro, rewşenbîr û kedkarên ku destê wan neketiye nav kirêtîyê û pakij mane xwe li hev kom bikin, di bin sîwanekê de bicivin û bêjin em jî hene. Ev jî dermanek ji dermanê bohran û deprasyonê ye.  

Bi kurt û Kurmancî; her roj ji kîsî me û milletê me diçe. Her roja ku em dereng bimînin û neyên cem hev, wê bohran, deprasyon, asîmîlasyon û xweînkarkirin zêdetir bibe. Heke birastî em dixwazin xêr û qencîyekê bi vî milletê cefakar bikin, divê em nebêjin EZ, divê em bêjin EM…!

Back to top button