Nivîsar

Heşda Şeibî Artêşa Iraqê nikarin Kurdistanê biparêzin

Şêxwesanî ragihand: “Eve demeke cardin çekdarên DAÎŞê li hinek deverên Iraqê û Kurdistana Başûr dest şalakiyên xwe kirine. Deverên Kurdistanê yên ku DAÎŞ çalakiya lê dike di bin dagiriya Heşda Şeibî de ne. Ev yek nîşana wêye ku ne DAÎŞ disekine û ne jî Heşda Şeibî dikarê deverên ku dagir kirî biparêze.

Fermandarê Pêşmerge li Eniya Mexmûrê Lîwa Ziryan Şêxwesanî di derbarê rewşa deverê de dibêje:   Hevpeymaniya Navdewletî li derdora Çiyayê Qereçûx û li hemberî gundê Elî Reş bi tundî li cihên DAIŞê dan, ji ber ku vê dema dawî tevgera wan terorîstan bi şêweyekî berçav zêde bûye û bûne metirsiyeke mezin li ser navçeyê. Ji Çiyayê Qereçûxê û heta bi Qerac û Hilwat û heta Şergat jî ku navçeyên Kurdistanî ne û Heşda Şeibî ew dagîr kirine, terorîstên DAIŞê hene û hejmara wan pir zêde bûye, ji ber ku li wan navçeyan valahiyên ewlehiyê çêbûne, ji ber ku hêzên Iraqê nikarin wan navçeyan biparêzin. Li navçeyên bin destê me jî ti terorîstên DAIŞê tune ne û em ji wan re amade ne eger ti êrîşekî bikin ser me.

Fermandarê Pêşmerge di berdawamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Tîmên Hevpeymaniya Navdewletî berdewam serdana navçeya Mexmûrê dikin û hest bi metirsiya wan terorsîtan dikin, lewma jî balafirên wan li cih û navendên DAIŞê didin. Me jî ji wan re gotiye heya Pêşmerge venegere wan navçeyên Kurdistanî yên dagîrkirî, ewlehî li wir bicîh nabe.”

Gelek vekirî li vê derê dixweyê ku piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê , êrîşên Heşda Şeibî, Artêşa Iraqê û Pasdarên Îranê li dijê Kurdistanê û vê yekêve girêdayî xiyaneta 16ê Oktoberê û dagirkirina Kerkûk û hinek deverêndin yên Kurdistanê û bedengiya dewletên hevpeymanî , helwesta Amerika bû ye sedemek bingehîn ku DAÎŞ cardin bi hêz dibe.

Heta li hinek deverên Kurdistanê DAÎŞ û Heşda Şeibî li dijê kurda hevkariyê jî dikin. Ew hêza pêşmerge heye ku Kurdistanê biparêze, lê di serî de Amerika û dewletên hevpeyman ne bi biryarên. Piraniya cara girêdayê siyaseta Bexdayê tevdigerin û ev yek dibe sedema çewtiyên wan li herêmê.

Ya rast ewe ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bibin yek hêz ji Bexdayê serbixwe tevbigerin û xaka Kurdistanê biparêzin. Heta wek niha siyaseta Amerika ji bovê yekê astenge.

Nûçe/ Analîz

Rojevakurd

 

 

Back to top button