Polîtîk

PDK: Hikûmet ligel YNKê 50 bi 50 nabe

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hoşyar Sîweylî ragihand ku PDK dê dest bi gotûbêjên avakirian hikûmeta nû ya Kurdistanê bike, nexasim jî ligel YNKê ji ber ku ji bo aramiya Kurdistanê pêwîst e YNK di hikûmetê de beşdar be, lê bila zanibe jî ku kursiyên wê tenê 21 kursî ne û nabe daxwaza nîv bi nîvê kursiyên hikûmetê bikin.

Hoşyar Sîweylî ji malpera KDP.info re ragihand: “PDK hewl dide bi zûtirîn dem hikûmetê ava bike, ji bi aramî li Kurdistanê bicîh bibe û xizmeta xelkê Kurdisatnê bê kirin. PDK dê gotûbêjan ligel hemû partiyan bike û ne li dijî ti aliyekî ye.”

Sîweylî wiha got: “PDK bi şêweyekî cidî dê gotûbêjan ligel YNKê bike ji bo avakirina hikûmetê, ji ber ku YNK ji bo me û ji bo aramiya Kurdistanê girîng e, lê pêwîst e YNK jî zanibe ku kursiyên wê 21 kursî ne û kursiyê PDKê jî 45 kursî ne û dema ku daxwaz şirîkatiyê dikin, pêwîst e her alî û li gorî kursiyê xwe kursiyan di nava hikûmetê de bistîne û nabe YNK daxwaza nêvî yan 50 bi 50 bike.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Hikûmeta bê dê li ser çend bingehan bê avakirin, yek ji wan, her partiyek dê li gorî kursiyên xwe para xwe ji hikûmetê werbigre. PDK di hikûmetên ber de hikûmeta berfireh û bi beşdariya hemû partiyan ceriband, lê ew yek biser neket û vê carê jî wê yekê nake, ji ber ku wan partiyan ji ber berjewendiyên xwe yên taybet dest ji hikûmetê berdan. Niha divê ew partiya ku di hikûmeta niha de beşdar be, divê di nêvî de dest ji hikûmetê bernede û nabe ew partî di hikûmetê de be û di opozisyonê de be jî.”

 

 

Back to top button