Civak

Hêro Îbrahîm îstîfa kir

Piştî şikestina Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di hilibijartinên parlamentoya Kurdistanê de ku, roja 21ê îlonê hatin encamdan, tevlîhevî ketiye nav serokatiya YNKê.

Hêro Îbrahîm Ehmed (hevjîna Celal Talebanî) berprisa melbendê 4 yê YNKê li Silêmaniyê,  îro di daxuyaniyekê de dest ji karê xwe berda û îstfa kir.

Hêro Îbrahî di nameya îstîfakirina xwe de ku, li malpera fermiya rêxistina YNKê hatiye weşandin, dibêje: ”Mixabin, min nekarî cîyê baweriya we bim, ji ber hindê min biryar de ji postê xwe îstîfa bikim û vegerrim bo polîtbûroya YNKê û li wir berdewamiyê bi karê xwe bidim.”

Hêro Êbrahîm dibêje ku, dema wê berpirsiyariya melbendê 4 li Silêmaniyê wergirtî, hîngê YNK rastî tehedayeke mezin bibû û gelek kes dudil bûn wî postî werbigirin, ”lê min biryar da milê xwe bidem ber wî barê giran… ez daxwaza lêbihurînê dikim ku, min nekarî weke pêwîst xizmeta we bikim.”

 


Hêro Îbrahîm Ehmed ji sala 2009ê were berpirsa melbendê 4 ê Silêmaniyê ye

Back to top button