Polîtîk

Barzanî: Îradeya gelê me ji wan bihêztire

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li ser rûpela xwe ya tora civakiya facebook ê, peyamekî pêşkêş kir ku têda behsa serdana xwe ya birîndarên li nexweşxaneyê dike ku eve jî naveroka peyamê ye:

Di derbarê kirdara terorîstiyên doh li Hewlêra paytext, min nexwest li rêya belavok û peyamek ve helwesta xwe derbibrim. Îro ez bi xwe çûm û min serdana nexweşxaneyê kir, min serdana wan azîzan kir ku li rûdawa terorîstiya doh de birîndar bibûn, hêz û hêvî û xweragirî bi zelalî li rûyên wan de diyar bû. Hêviya başbûneke bi lez ji bo wan dixwazim û serxweşiyê jî li kesukarê şehîdên vê rûdawa diltezîn dikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim wan bi bihûşta fireh şad bike.

Li vê serdanê de min spas û pêzanînên xwe pêşkêşî hêzên emnî, asayîş, polîs û karmendên agirkuj û Wezareta Tendirustî kir, ku bi wêrekî berengariya terorîstan bûn, her wiha min spasiyeke taybetî jî ji bo xelkê qehremanê bajarê Hewlêrê heye, ku wekî herdem xweragir û piştevanê hêzên emniyan bûne û rê nedane planên terorîstan li ser bigre. 

Terorîst jî eger bixwazin pêvajoya Herêma Kurdistanê têk bidin, divê baş bizanin ku îradeya gelê me gelek ji wê bihêztire ku terorîst li planên xwe yên çepel de ser bikevin. Eger li van şeş salan de carek karibin Kurdistanê birîndar bikin, bi sedan planê wan jî li van şeş salan de hatine pûç kirin. Min baweriyeke tevahî jî bi hişyariya xelkê Kurdistanê û hêz û bazuyên dezgehên asayîş heye, ku wan destên li pişt van tawanan peyda dikin û radestî yasa dikin, terorîst jî têne siza dan

Back to top button