Herêma Kurdistanê wekî dewlet beşdarî pêşangeha Dubeî kir

Li bin çavdêriya Mihemed Bin El Raşîd Serokê Dubeî li welatê Îmarat, doh 05/05/2014 Desteya Giştî ya Geştuguzariya Herêma Kurdistanê beşdariya pêşangeha bi bazarkirina geştuguzariyê li welatê Dubaî kir.

Li vî derbarî de Nadir Rostî Peyvdarê Desteya Guştuguzariya Herêma Kurdistanê ragihand û got: Tîmekî ji zêdetirê 25 kesî yê Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Desteya Geştuguzar beşdarî pêşangehê kiriye û çendîn babetên cûr bi cûrên geştiyarî wekî fîlm û rêber û nexşe û broşur û tabloyên fotografî û diyarî û xwarinaî hişkkiriyê Kurdewarî li bin alaya Kurdistanê û bi cilê Kurdî pêşkêşî mîhvan û geştiyaran kiriye’.

Her wiha berdewamiya xwe de Rostî got: Armanca vê beşdarîkirinê ji bo eweye heta ku bikarîn zêdetirîn geştiyar û kompanyayên geştiyarî ji bo Herêma Kurdistanê rabikêşin û Kurdistan li ruyê geştiyarî ve bikeve ser nexşeya cîhanê.

Nerîna min :