
Berpirsê baregeha têkiliyên derve yê hukumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku Kurd dixebitin da bibin perçeyekî ji nexşe ya enerjiya dinyayê. Dizeyî di kanala K24 ê de ragihand ku seredana Mesrûr Barzanî ya ji bo Îngîltere destkeftinekiye ji bo milletê Kurd.
Dizeyî got ku li gor destûra Iraqê; Herêma Kurdistanê dikare têkiliyên xwe di qada navdewletî de bipêş bixe. Di demên borî de çawa serokkomar, serokwezîr û wezîrên karên derve yên welatên din dihatin seredana Herêma Kurdistanê dikirin, her weha serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîr û wezîr jî tên dawetkirin ji bo zîrweyan.
Sefîn Dizeyî ragihand ku divê hevdîtina navbera serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, xelkê Kurdistanê dilxweş bike û divê bêe zanîn ku Îngîltere di her wextê de li Iraqê xwurt bûye.
Dizeyî di axaftina xwe de got ku ji endamên daîmî yên konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî, konsulxaneyên her 5 an li Hewlerê hene, raste rast bi hukumeta Herêma Kurdistanê re dixebitin û Îngîltere her wext, hukumetekî xwurt li Herêma Kurdistanê destek dike.
Piştî krîza enerjiyê di dinyayê de çêbû, niha hukumeta Herêma Kurdistanê dixwaze bibe perçeyekî ji nexşe ya dinyayê ya enerjiyê, berê Îngîltere şîrketên xwe yên enerjiyê li Kurdistanê aktîv kiriye û ev ji bo fêdeya Kurdistanê ye.
Dizeyî li ser pirsan ragihand ku gelek xalên destûra Iraqê tên binpêkirin û axaftina serokwezîr Barzanî ya li Chatham House gelek girîng e.