Herêma Kurdistanê gelel dost li Amerîkayê hene
Şandeyeke Kongiresa Amerîkayê serdana herêma Kurdistanê kir û îro roja 16.12.2014ê li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin. Şandeya kongiresa Amerîkayê bi serokatiya kongiresman Kêvin Makaratî û ji çar kongiremanên din, safîrê Amerîkayê yê Îraqê û konsulê giştiyê Amerîkayê yê herêma Kurdistanê û hijmareke şîretmendan pêkhatibû.
Şandeya Amerîkayê kêfxweşiya xwe li hember aramî, îstîqrar û pêşkeftinên herêma Kurdistanê diyar kir û rola xelik û hikûmeta herêma Kurdistanê di warê pêşwazîkirin û hewandina zêdetir ji yek milyon koçber û penaberan bilind nirxand. Şandeya mêvan sipasiya pêşmergeyê Kurdistan kir ku, bergiriyê ji xelik û hevwelatiyên herêma Kurdistanê û ji pirensîpên hevberşên Amerîka û Kurdistanê dikin.
Şandeya Kongiresa Amerîkayê tekîd kir ku, herêma Kurdistanê gelek dost li Amerîkayê hene û lêdêxebitin di hemû waran de zêdetir hevkarî û piştgiriya herêma Kurdistanê bikin daku bikaribe bi ser terorê de serbikeve û pirosesa avadan, geşkirin û pêkvejiyanê zêdetir ber bi pêşve bibin. Şandeya mêvan piştgiriya xwe ji bo lihevhatina navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana şandeyê û piştgiriya wan li herêma Kurdistanê kir û tekîd kir ku, hevkarî û piştgiriya Amerîkayê di demên dijwar de tesîreke mezin li ser rawestandin û rûbirûbûna terorrîstan hebû, lê ji bo nehêlan û binbirkirina terorê herêma Kurdistanê pêwîstî bi zêdetir bihevkarî û pişûtgiriyê heye, bi taybetî pêşmerge pêwîstî bi meşiq û rahînanê û çekê giran û cebilxaneyê heye.
Li dor lihevhatina herêma Kurdistan û hikûmeta federala Îraqê jî, serokwezîr got ku, herêma Kurdistanê wê lihevhatinê bi lihevhatineke baş dizane û ji bo çareserkirina pirsên Hewlêr û Bexdayê li ser esasê saxlem derfetek baş e.