Herdu jî li dijê yekitiyekî li rojavayê Kurdistanê derdikevin!
Wek tê zanîn di van demên dawî de di çavderiya nûnerên Amerika û Fransayê de hinek hevdîtin di navbera heyetên ENKSê û TEVDEMê de pêkhatin.Ji bo li rojavayê Kurdistanê statûyeka Kurda çêbibe yekitiyek di nava aliyên siyasî li rojavayê Kurdistanê pêwiste. Di destpkirna van hevdîtinên di navbera ENKSê û TEVDEMê de role serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gelek vekirî derket hole. Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî jî di vî warî de rolek erênî dileyze. Her kesek yan jî aliyek xêra Kurda li Suriye û rojavayê Kurdistanê bixwaze dê pişgiriya tifaqêkî navbera herdu hêzên rojavayê Kurdistanê bike.
Ji berî du rojan wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu daxûyaniyek da û bi tundî li dijê helwesta Amerikayê ya hewldana yekitiyekî di navbera ENKSê û TEVDEMê de sekinî û da xûyakirin ku ew rê nadin yekitiyek ku Amerika dixwaze dinava kurdan de li Kurdistana rojava pêkwerê.
Heman demê de nivîskarê “Yeni Ozgur Politika“yê û akilmendê PKKê Ferda Çetin jî nivîsek ya xwe de li dijê helwesta Amerika û Fransa yê disekine û yekitiyekê di navbera ENKSê û TEVDEMê de red dike. Çetin di nivîsa xwe de behsa tiştên xeyalî dike û aliyên ku dixwazin yekitiyek li rojavayê Kurdistanê pêkwerê tawanbar dike.
Gelo ne gelek balkêşe ku helwesta Tirkiye û PKKê di vê derbarê de yekbe? Yan jî pêwist nake ku kurd li ser vê mijarê bisekinin û biçekî bifikirin ?